Kovara folklorîk a bi navê Folklora Kurdan ku bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û KURDÎ DER’a Amedê ve hatiye amadekirin bi hejmara xwe ya çaremîn têr û tijî derket. Kovara ku bi dirûşma ‘Zargotin zêrgotin e, zêrgotin zorgotin e!’ dest bi weşanê kir sê mehan carekê derdikeve. Kovara ku bi naverokeke dewlemend û mîzanpajeke rengîn û balkêş derketiye di nivîsa xwe ya angaştê de balê dikişîne ser dab û nêrîtên Kurdewar. Di nivîsa edîtoryayê de xwendevan ji bo vê payîzê ji malên xwe derkevin û li xwezayê bigerin tên vexwendin.

Her wekî ku tê zanîn folklor ev zanist e ku çanda maddî û manewî ya gelêrî, li gorî rêbazên xwe yên taybet lê dikole, berhev dike, disenifîne, tehlîl dike û dinirxîne. Li cîhanê xebatên vê qadê di sedsala 18’an de dest pê kirine û hema hema hemû neteweyan bi xebatên giranbuha hewl dane ku folklora xwe berhev bikin û ji nû ve vejînin. 

Îcar welatê me Kurdistan ji ber ku bindest bû -hê jî bindest e- ji hingê heta îro ji dizan re bûye wekî malê belaş. Kî hatiye axa me, tiştek ji me diziye û çûye. Stranên me guhdarî kirine û navên xwe li binî nivîsîne, xeberoşk û pêkenokên me berhev kirine û li ser navên xwe weşandine; peyv û biwêjên me di ferhengên xwe de bi cih kirine û taliyê li me vegeriyane henekên xwe bi zimanê me kirine. Ji ber van sedeman e ku xebatên daneheva folklorî ji bo gelên wekî me gelekî girîng in. Kovara Folklora Kurdan jî ev bû çar hejmar ku bi naverokeke dewlemend balê dikişîne ser gencîneya folklora Kurdan. 


Naveroka vê hejmarê

Di vê hejmarê de ji berk u rastî demsala payîzê jî hatiye; ferhenga rezvaniyê, dimsa Torê, mast, amadekariyên zivistanê wekî mijarên ku mirov ber bi xwezayê ve dikişînin derdikevin pêş. Ferhenga rezvaniyê di vê hejmarê de bi dawî bûye. Dîsa di vê hejmarê de cil û bergên Kurdan ên jin û mêran tevli wêneyên wan ve, nemaze jî yên herêma Navenda Anatolyayê bi nivîseke baş a Şoreş Reşî ve hatiye amadekirin. 

Ozlem Ekînbaş jî têkildarî li Mezopotamyayê pêvajoya niştecihbûn û bajarîbûnê de nivîseke baş amade kiriye. Folklorîstê Kurd ê ku di vê hejmarê de hatiye danasîn jî Seydayê Bilbilê Dilşadî ye ango Seydayê Tîrêj e. Dosyaya der barê Seydayê nemir de ji aliyê Mem Mukriyanî ve hatiye amadekirin. Kela Dimdimê ku di dîroka berxwedaniya Kurdan de yek ji qublegehên bi nav û deng e bi nivîseke têr û tijî ya Mustafa Borak ve di vê hejmarê de cihê xwe digire. Dîsa gelek çîrok, nifir û diayên Kurdî; Kurmancî û Kurmanckî jî rengîniya kovarê zêdetir dikin.


Navnîşana kovarê

Kovara ku edîtoriya wî mamosteyê KURDÎ DER’ê Eşref Keydanî û Ronya Bewran dikin, redaksiyon ji aliyê Ridwan Dîzman ve tê kirin û di desteya wê ya weşanê de jî Jêhat Rojhilat, Şemsa Îlbaş, Weysî  Arcagok, Asmîn Uyanik, Mem Mukriyanî û Ronya Bewran cih digirin. Ji bo têkiliyê û peydekirina kovarê hûn dikarin di ser navnîşana Huzurevlerî Mah. Doktor Sitki Goral Cad. 13. Sok. No: 4-1 Kayapinar Diyarbakirê têkilî bi xebatkarên kovarê re deynin.



RAMAZAN OLÇEN/AMED