KADAR IBRAHÎM/COMERD ŞÊXO / ANHA/QAMIŞLO
Muzîkjenê Kurd ê navdar Ganî Mîrzo bi hevkariya Komeleya Muzîkjenên Bêsînor 250 alavên muzîkê pêşkêşî peymangeh û dibistanên muzîkê yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin.
Hunermendê Kurd Ganî Mîrzo ku 26 sal in li Spanyayê ye. Bi hevkariya Komeleya Muzîkjenên Bêsînor ku ew jî komeleyek e ji aliyê gelek muzîkjenên li welatên Ewrûpayê hatiye avakirin, 250 alavên muzîkê pêşkêşî peymangeh û dibistanên Bakurê Sûriyeyê kirin.
250 alavên muzîkê ev in; keman, gîtar, çello, trompet, klarnet, def û cornet. Mîrzo da xuyakirin ku wan gelek amûr pêşkêşî peymangehên muzîkê yên li Kobanê û Hesekê kirine.
Nobar Milkonyam ku mamosteyê muzîkê ye û bi eslê xwe Ermenî ye, spasiya Komeleya Muzîkjenên Bêsînor kir û bi taybet muzîkjen Ganî Mîrzo ku ked da û alavên muzîkê pêşkêşî wan kirin.