Îzlanda di warê siyaseta xwe ya hawîrdorparêziyê de li dinyayê, di rêza yekem de ye. Îzlanda yekane welat e ku karî ji sedî sedê elektrîka xwe bi çavkaniyên xwenûker, hildiberîne; pirraniya wê jî bi enerjiya jeo-termal. Niha jî li welêt bi alîkariya teknoliyên nû, hewl tê dayîn ku karbondîoksît bête veguherandinî kevirî. Navê vê teknolojiyê jî Carfbix e. Armanca wê ew e ku di dema bi hilberîna enerjiya bi rêya jeo-termalê de gazên qirêj û hilma avê ya "çop" a ku di dema hilberîna enerjiyê de derdikeve holê, ji nû ve li binê erdê tê vegerandin. Dema ev tê kirin jî, hilm û av gazên qirêj û karbondîoksîtê vediguherîne mîneralan ango kevirî. Ango projeya Carbfixê bi zarê pêvajoya xwezayê dike.


 REYKJAVIK