Koordînasyona Yekitiya Gaziyên Kurdistanê der barê civîna xwe ya asayî de daxuyaniyek nivîskî dan. Di daxuyaniyê hat gotin civîn bi tevlibûna 55 delegeyan pêk hatiye û got pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn demeke dîrokî dane destpêkirin. Di civînê de hat gotin ku pêngavaya yekemîn ji aliyê Tevgera Azadiya kurd ve bi serkeftî temam bûye.

Di daxuyaniya Yekitiya Gaziyên Kurdistanê de hate destnîşan kirin ji bo ku pêngava duyemîn serkeftî be divê AKP’ê pêngavê bavêje û wiha got: “Şertê me yê sereke eve ku Rêbertiya me ku mîmarê pêvajoyê divê şert û mercên wî yên pêvajoyê bimeşîne bê avakirin. Nêzîkatiya li hemberî Rêbertiya me wek pîvan û niyeta li hemberî çareseriyê tê nirxandin.  Di vê esasê de em dê mîsyona xwe zêdetir derxin pêş."
Hate ragihandin ku di nirxandinên siyasî de berxwedan û şoreşa Rojava ku sala borî hat destpêkirin hatiye slavkirin. Her wiha rewşa hemû gaziyan hatiye nirxandin. Di berdewamiya daxuyaniyê hate gotin ku kêmasiyên dema borî hatine nirxandin û dê ji vir şûnde berpirsyariya xwe ya pêşengiyê zêdetir bînin.

Biryarên civîna gaziyan

Di daxuyaniya Yekitiya Gaziyên Kurdistanê de biryarên di civînê de hatine standin jî wiha hatin rêzkirin:
-  Di çarçoveya paradîgmaya Rêbertiyê de, divê gazî bi awayekî aktîf tevli pêvajoyê bibin û ji bo vê jî zemîneke têr a rêxistinî û îdelolojîk bê avakirin.
- Ji bo ku bi zemîneke baştir peywirên pêvajoyê bên cih û di vê esasê de li hemberî hemû geşedanan amade bin divê giranî bidin perwerdehiyan. Di vê çarçoveyê de li Navenda Yekitiya Gaziyên Kurdistanê dibistana Şehîd Dilgeş bê vekirin. Di dibistanê de jî giranî bidin dersên îdelolojîk, siyasî û teknîkî werin dayin.
- Divê Yekitiya Gaziyên Kurdistanê bi awayekî çalak tevli pêngavê bibe û çalakiyên xwe bidomîne.

BEHDÎNAN