Di girtîgehên Tirkiyeyê de bi taybet zarokên Kurd bi pêkanînên keyfî û mûameleyên xirab re rû bi rû dimînin. Rewşan Gunay a ku di Girtîgeha Tîpa L a Bakirkoyê de dimîne, di nameya xwe de diyar kir ku ew 3 mehan di hucreya takekesî de maye. Rewşan diyar kir ku her çendî tu delîlên şênber ên der barê wê de tune ne, lê dîsa jî hatiye girtin. Rewşan tiştên hatine serê wê wiha vedibêje: “Min di van rojên borî de çîrokek xwend. Keçikek 17 salî bi hinceta qereqolê bombe kiriye, li semta ku qereqol lê ye, li rastî êrişa bi dar û keviran a 400 polîs, mêr, jin ciwanan tê, heta yek ji polîsan çeka xwe derdixe û dixwaze wê keçikê li wê derê bikuje, lê polîsên din nahêlin. Keçik li hemberî vana hemûyan li ber xwe dide.”
'Bi dermanan jehrî dibûm'
Rewşan destnîşan dike ku hefteya borî wê avêtine nava qawişa 14 kes têde ne û tenê ew girtiya siyasî ye û got; “Ji ber ku di nava wana de tenê ez girtiya siyasî me, bi awayeke cûda nêzîkê min dibin û ez di jûrek takekesî de tême ragirtin.” Rewşan diyar dike ku ji bilî du zarokan, hemû kesên di qawişê de bi awayeke xirab nêzîkê wê dibin û der barê rewşa qawişê de dibêje: “Jixwe hemû di nava van dîwaran de ketine qeyranê, rojekê keçikek ji wan hate jûra min û hemû dermanên min vexwar û xwest xwe bikuje. MIn nerazîbûn nîşanî vê yekê da, lê hemû qawişê bi hev re êrişê min kirin. Min vê yekê ji parêzerê xwe re got. Parêzer got ku ew ê bi dozger re hevdîtin pêk bîne. Ger ez bême veguhestin, dê min bişînin Girtîgeha Zarokan a Maltepeyê ya ku zarok ên weke min siyasî têde ne. Lê ev daxwaza min bi awayeke keyfî hat redkirin. Ji ber ku keyfa min ne xweş e, ez van rojan her tim diçim nexweşxaneyê û têm. Di her carekê de dermanan didin min. Ji ber wê jî kêm mabû ku ez jehrî bibim. Rojan 8-10 derman didin.”
Rewşan diyar dike ku rojnameya Ozgur Gundemê tê qawişên din, lê her çendî wê ji bo vê rojnameyê daxwazname jî daye, lê dîsa jî nadin wê. Rewşan got; “Tenê ji min re qedexe ye. Wê rojê dema em diçûn nexweşxaneyê, min keçik nas dît, nehiştin ez biaxivim, min avêtin hindurê rîngê û bi saetan di wir de mam.”
ZEYNEP KURAY