Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtî di nava mehekê de 2 caran jehrinî bûn û herî dawî 800 girtî di 22'yê nîsanê de ji ber xwarinê jehîr bûn. Derket holê ku ji girtiyên jehrî bûn tenê 200 girtî hatin dermankirin. 600 girtî jî bi hinceta "Koguş tunene" nehatin dermankirin. 286 girtiyên di nav de Parlementerê BDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî heye ji bo bûyera jehrîbûnê bê lêkolînkirin bi nameye serê li Şaxa ÎHD'ê dan. Di nameyê de hate diyarkirin li girtgîgehê demek dirêj e skandalên tendurîstiyê tên jiyîn û ligel berê rêveberiya girtîgehê hate hişyarkirin dîsa jî tu tedbîr nehatin girtin û zêdehî hezar girtî bi pirsgirêkên tendursîtiyê re rû bû rû hatin hiştin. Di nameyê de hate bilêvkirin ku xwarinên li girtîgehê tên çêkirin ji aliyê tu girtiyan ve nayên xwarin û wiha hate gotin: "Ji ber ku xwarin li ciheke paqij nayên çêkirin, bi rêbazên hijyenîk nayên amadekirin, erzaqên bêqelîte û dîroka wan tên bikaranîn û runê ji xwarinekê re tê bikaranîn ji bo xwarineke din jî tê bikaranîn. Ev yekê dibe sedema nexweşiyan. Ligel em hişyariyên xwarin di nav şertên baş da nayên bikaranîn vegotin dîsa jî tedbîr nehatin girtin."
 Di nameyê de wiha hate gotin: "Ji ber bêtedbîriyên rêveberiya girtîgehê çend caran jehrîbûnên komî çêbûn. Herî dawî di 22'yê nîsanê de ji ber xwarinê di saetên êvarê de girtî bi komî jehrî bûn. Lê bi hinceta bêderfetiyê tenê 200 girtî hatin dermankirin. Girtiyên din bi nexweşiyê re rû bi rû hatin hiştin û tu mudaxele li wan nehate kirin. Em dixwazin hemû raya giştî li hemberî van pêkanînên dijî demokrasiyê bihestiyar be." 

MÊRDÎN