Bûyerên li Lîce û Gundê Garê ya li herêma Qelaşka Şemzînana Colemêrgê ku gundiyên ji bo giha biçînin çûbun mezraya Masîro ji aliyên leşkeran ve wekî hedef hatin girtin û bombe li ser wan hate barandin, her wiha bombebarankirina nêzî gundan li herêmê dibin sedema fikaran. Çandinî û sewalkirina heywanan ku li gundan deriyên debarê ne ji ber îlankirina gelek cihên herêmên ewlehiyê tune dibin, li gund û mezrayan jiyan gihaştiye asta sekinandinê. Hemû geşedanên hate gotin dibe sedema şîroveyên, "Gelo li herêmê dê pêla koçberiyekî nû dest pê bike?"
Serokê Goç-Der'a Amedê Vecîh Aydogdû diyar kir ku tiştên li herêmê diqewimin wan dixe nava fikaran û anî ziman ku di daxuyaniyên ku berê kiribûn de balkişandine ser operasyonên leşkerî û encamên wê.

'Divê operasyon werin rawestandin'
Aydogdû bilêv kir ku operasyonên leşkerî û tiştên di çarçoveya van operasyonan de tên jiyandin di nava gelên herêmê fikaran diafirîne û derbirî ku ji bo astengkirina îxtîmala pêla koçberiyekî nû divê operasyonên leşkerî were rawestandin û qedexekirina derketina zozanan were rakirin. Aydogdû destnîşan kir ku operasyonên leşkerî di rojên dawîde zêdebûne û wiha got: " Ji ber operasyonan qedexekirina zozanan jî tê danîn. Ji ber vê yekê mirov dema nikaribin biçin ser erdên xwe, nikaribin bax û bexçeyên xwe biçînin derfetên wan ên aboriyê ji holê radibe. Ev yek jî koçberiyê tîne rojevê. Me berê jî gotibû, rastiya koçberiyê êdî wek berê nayê meşandin, piranî li ser qedexekirina zozanan ve dimeşe. Em bi operasyonên dema dawî de ketine nava fikarên koçberiyê. Em dixwazin ku bila operasyon hemû rawestin û qedexekirinên zozanan were rakirin. Mirov li herêmê jiyana xwe bi sewalkirina heywanan didomînin. Hûn ev çavkaniyan ji destê wan bigirin, ji koçberiyê cudatir riyek din li pêşberî wan namîne." n DÎHA/AMED