Di civînê de Parlamentera BDP’ê Sebahat Tuncel, Endamê rêveberiya navendî ya HDK’ê Gençay Gursoy, Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fatma Gok, Parlamenterê BDP’ê yê berê Ufuk Uras û Akin Birdal û gelek kesên din amade bûn. Parlamentera BDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel jî anî ziman ku ew nikarin vê pêvajoyê ji derve bişopînin û we dê mudaxîlê vê pêvajoyê bin. Tuncel, da zanîn ku li Tirkiyeyê hemû gel dikarin di nava aştiyê de bi hevre û li gel hev bijîn û wiha axivî: “Piştî 30 salan hêj nû dewletê muxatab qebûl kiriye. Em jî xwe wekî alî dibînin. Her kes aştiyê dixwaze. Lê aştiya me û Serokwezir ne yek e. Lê ger ku em aştiya xwe rast û zelal bi her kesî bidin vegotin em bawer dikin ku dê hemû gelê Tirkiyeyê piştgiriyê bide aştiya me.”

Hevseroka HDP’ê Prof. Dr. Fatma Gok, jî got: “Em kampanyayê didin destpêkirin. Em wekî HDK’ê em dê heta dawî aştî û çareseriya demokratik biparêzin. Kampanya dê bi çend pêlan pêk bê. Gava ewil dê heta Newrozê berdewam bike. Di gava ewil de civînên gel, panel, semîner û konferans dê bên lidarxistin. Em dê li kolanan stand û pêşengehan vekin. Em dê di 17-21’ê sibatê de li Derya Reş şahiyan çêkin. li Çorum, Sinop, Ordu û Trabzonê şahiyan em dê pêk bînin.” 

DÎHA/STENBOL