Heyeta HDP’ê ya ji Parlamenterên HDP’ê Osman Baydemîr, Kadrî Yildirim, Huda Kaya, Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Nazmî Gur û Endama MYK’ê Hatîce Altunişik pêk tên ji bo qatlîama gundê Zergelê ya ji aliyê artêşa Tirk ve bi balafirên şer ve pêkhat di cih de lêkolîn bikin çûn li başûrê Kurdistanê têkîliyên xwe didomin. Heyeta ku lêkolînên xwe li gund pêk anî piştre derbasî li Silêmaniyeyê bû û li vir jî bi Tevgera Goran û YNK’ê re hevdîtin pêk anî. Heyet ewil li Buroya Tevgera Goran a Silêmaniyeyê bi Berpirsyarê Dîplomasiyê Mihemmed Teyfîq Rahîm re hevdîtin pêk anî û bi çapemeniyê re girtî civîn pêk hat. Piştî civînê heyetê li ber avahiya partiyê daxuyanî da. 

Ji Heyetê Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr têkîldarî mijarê diyar kir ku ji bo qatlîama Zergelê bi lezgîn bikevin tevgerê ev serdan pêkanîne û wiha axivî: “Qatlîama li Zergelê ji bo hesab bê pirsîn û tevgerek çê bibe me fikrekî hevpar ava kir. Ji bo ku qatlîamên bi vî rengî neyên jiyîn wekî partî ji bo avakirina yekîtiyê em axivîn.”


‘Helwesta me zelal e’ 

Piştre jî Berpirsyarê Dîplomasiyê yê Tevgera Goran Teyfîq Rehîm axivî û nirxandina “Em vî qatlîama sivîl şermezar dikin. Li Zergelê sivîl hatin qetiltirin. Em qatlîamekî bi vî rengî qebûl nakin. Di vê mijarê de helwesta me zelal e” kir. 

Heyeta HDP’ê piştre çû serdana YNK’ê. Heyet ji aliyê Berpirsyarê Polît Buroya YNK’ê Mele Bextiyar, parlamenterê YNK’ê Omer Fettah, Hakîm Kadîr, Sadî Ahmet Pîra û kesên bi cem ve hate pêşwazîkirin. Hevdîtin bi çapemeniyê re girtî pêk hat û piştre li avahiyê partiyê daxuyanî hate dayîn. 


‘PKK bi têkoşînekî ve hate vir’ 

Ji YNK’ê Sadî Ahmet Pîra bêyî nav bide gotinên Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesut Barzanî û partiya wî PDK ê “Bila PKK van deran biterikîne” bi bîr xist û wiha axivî: “PKK bi têkoşînekî ve hate vir û axa Kurdistanê ji hemû kurdan re vekiriyê. Em vî qatlîamê şermezar dikin. Kurdistan axa azad e, erîşa dewleta Tirkiyeyê ya li dijî axa me tu caran nayê qebûlkirin.”


Wê bi Barzanî re jî rûnin


 Heyeta HDP’ê ya li qatlîama gundê Zergelê ya Qendîlê di cih de lêkolîn kir, li Silêmaniyê jî hin hevdîtin pêk anî, piştî vê dê bi Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî û Serokwezîr Neçîrvan Barzanî re hevdîtinan pêk bîne. 
Heyata HDP’ê ya ji Osman Baydemîr, Huda Kaya, Kadrî Yildirim, Nazmî Gur û Hatîce Altunişik pêk tê piştî ku li gundê Zergelê ya Qendîlê li cihê qatlîma balafirên şer ên artêşa Tirk pêk anîn lêkolîn kirin piştî hevdîtinên xwe yên Silêmaniyeyê derbasî Hewlêrê bûn. Heyeta HDP’ê dê li Hewlêrê bi Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî û Serokwezîr Neçîrvan Barzanî re hevdîtinan pêk bîne. 

Heyeta ku dê hevdîtinên xwe bi çapemeniyê re girtî pêk bîne, rapora Zergelêyê amade bike û li Enqereyê rapora amedeke kiriye dê bi raya giştî re parve bike. 


 DİHA/SILÊMANIYE