Hêzên gerîla ji Heftanînê heta Dersimê li gelek deveran li artêşa Tirk a dagirker xistin û herî kêm 12 leşker hatin kuştin. HPG'ê nasnameya gerîlayekî li herêma Gabarê şehîd bû jî eşkere kir. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de tê gotin, di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de hêzên gerîla di nava rojekê de sê çalakî li Girê Partîzan û li Girê Konferansê yê Mezin çalakî kirin. Bi kêmanî 2 esker hat kuştin. 10'ê Hezîranê jî li navçeya Çelê ya Colemêrgê li derdora Girên Canmeda û Şelale yên li herêma Xeregolê li dijî eskerên derketibûn operasyonê çalakiyek kirin. 29'ê Gulanê, artêşa TC a dagirker li qada Deriyê Egîda ya herêma Herekolê ya Sêrtê dest bi operasyonekê kir. Artêşa TC a dagirker bi helîkopteran û topên obus û hawanan bombe li qada operasyonê barand û bi helîkopterên tîpa Skorsky leşker li herêmê danî. Piştî ku leşker hate danîn di navbera hêzên me û artêşa TC a dagirker de şerekî giran qewimî. Di vî şerî de ku 2 rojan dewam kir, zêdeyî 10 leşkerên dijmin hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Di şer de 3 hevalên me yên heta fîşeka xwe ya dawî li dijî yekîneyên dijmin şer kirin şehîd bûn. Artêşa TC a dagirker leşkerên xwe yên di operasyonê de hatin kuştin bi rêya medya xwe weke bûyereke qezayê nîşan da, bi vî rengî nûçeyên derewîn weşand û hewl da ku windahiyên xwe veşêre. 10'ê Hezîranê, hêzên me li qada Sari Tosûn a navçeya Pulurê ya Dersimê li kûleyeke çavdêriyê ya artêşa TC a dagirker xistin. Depoyek, 6 kamera û paneleke rojê ya li kûleyê ji aliyê hêzên me ve hatin îmhakirin.

Gerîla Ziya Taş şehîd bû

Di daxuyaniya 31'ê Gulanê de me ragrihandibû ku artêşa TC a dagirker di navbera 13 û 18'ê Gulanê de li qada Çiyayê Gabarê yê Şirnexê operasyon meşandiye û di vê operasyonê de hevalê me Ziya Taş bi nasnav Reşo Xerzan ê li Sêrtê ji dayik bûye şehîd bû. Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Reşo yê şehîd, serê gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be û em soz didin ku em ê têkoşîna dîrokî ya şehîdan bi ser bixînin." NAVENDA NÛÇEYAN