Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyek weşand. HPG’ê got, "Hêzên me 27'ê Gulanê li yekîneyên dijmin ên li ser Girê Partîzan [li Heftenînê] xistin. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin, lê hejmara leşkerên ku di çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.” HPG’Äê ji bo çalakiya gerîlayan a li dijî operasyona eskerên Tirk li Hatayê jî got, “Artêşa TC a dagirker 27'ê Gulanê li bejahiya navçeya Payas a Hatayê dest bi operasyonekê kir. 28'ê Gulanê saet di 09:00 de hêzên me li yekîneya operasyonê xist û di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê leşkerên xwe yên kuştî û birîndar ji herêmê rakirin û çarçoveya operasyonê berfireh kir.” Ji bo çalakiya gerîlayan a li Wanê jî HPG’ê got, “Hêzên me 28'ê Gulanê saet di 17:00 de li herêma Kato Xelîla ya navçeya Şaxê ya Wanê, li dijî leşkerên li ber çêkirina qereqoleke li devera Çelê Bûka, çalakiyek kir. Di vê çalakiyê de 2 leşker ji yekîneya dijmin hatin kuştin.” HPG’ê da zanîn ku gerîlayên wan ên YJA Starê jî 24'ê Gulanê û 25 Gulanê li devera Şehîd Ferhat bi giştî du stasyonên bazê îmha kirine. BEHDÎNAN