Di ax, av û rehên vî welatî de tovên qehremantiyan ji rika êrîş, talan, komkujî û dagirkeriyan şîn bûye, ji ber ku xwîneke zelal li ser herikiye û xwe berdaye kûrahiya rehên hebûna wê. Gotin di cih de be vî welatî gelek xwîn di nava axa xwe de veşartiye li gel êşên xwe û hewil daye wan birînên xwe bipeçe. Dema axek bi ewçend hêza manewî hatibe avdan, zarokên ku li ser vê axê pêxwas digerin, dilîzin, digrîn û dikenin jî dibin parçeyekî van rastiyan û ew jî pêre mezin dibin. Li welatekî weke Kurdistanê serpêhatiyên gelek zarokan hema hema weke hev in, lê hinek zarok hene ji ber rastiya cihê ku lê jiyane, hestên cuda bi wan re peyda bûne û bi wan mezin bûne. Gelek ji wan jî mixabin qet zarokatiya xwe nedîtine, yan jî di temenekî biçûk de dilekî mezin û tije gotin û serpêhatî di sînga xwe de dihewînin. Zarok yan bixwe bûne şahidê gelek tiştan yan jî derûdor ewqas tije bûyer e ku wan neçar dihêle li gorî wê zaroktiya xwe binav bikin. Yek ji wan zarokan jî Gîvara Gulaliyê ji Helebceya şehîd e ku beriya bi çend rojan di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da. Erê! Ji bajarê Helebce bû, ji xwe navê bajarê wî îfadeya gelek tiştan dikir û mirov xwe mafdar nabîne behsa zarokatiya li Helebce bike. Bêguman çavên zarokên vî bajarî tu caran rastiyan venaşêrin û her kêlî bi bîra me dixin ku ji bîrkirin, xiyanet e!
Gîvara ji eşîra Gulalî ye ku eşîreke herî bi nav û deng e li bajarê Helebce. Di gelek serhildanan de cih girtine, bûne qurbaniyê gelek komkujî û Enfalan, lê tu carî ji ya xwe nehatine xwarê. Kujer û sûcdarên Helebce hatin û bihorîn û gelek ji wan jî hêj bêşermane dijîn û li pey wê ne ku bajarek din şehîd bikin. heman kes in ku dixwazin Şengalê bê Êzîdî bikin û li Kobanê îradeya mirovahiyê ya sedsalekê bişkînin. Gîvara yek ji wan zarokan e ku bi qasî hest û hêza berxwedana bajarê xwe têgihişt û mezin bû. Ji bo wê, hema di roja destpêkê de israra wî ya ji bo şer li Kobanê ji ber vê yekê bû ku bawer dikir wê tola di dilê xwe yê mezin de û tola bajarê xwe li wir bistîne. Bêguman ev fama dîrokî û welatparêzî nahêle ku kurd li gel hemû komkujiyên ewçend mezin û bêrehmane li ser piyan bimînin û bi misqalek hêvî di kulma xwe de jî şerê jiyana azad bidin. Bi wan hestan û ji rika gelek nêrînên şaş ku li ser civaka wî ya birîndar dihatin ferzkirin, berê xwe da Kobanê. Wer xuya dikir ku hemû xeyalên xwe yên nîvcomayî di Kobanê de dibire serî, ji bo wê ewçend evîndarane ber bi Kobanê ve bi rê ket. Dilê bajarekî birîndar dibir li dergehek pîroz bipêçe ji bo wê dema her serkeftina li Kobanê berê xwe dida Helebce û careke din dixiste bîra kujerên Helebce ku bajarê wî hêj rehên jiyanê li ser axa xwe şîn dike. du daxwazên pîroz û rewa ku wê her di bîra me de bin. Yek daxwaza Gîvara Gulalî ya ku xewn û xeyalên wî ew bû ku rojekê li ser Miştenûrê dîlanê bigerîne. Dema azadkirina mekteba reş bi guleyên çeka xwe pîroz dikir û ala YPG’ê bilind dikir, wê demê her berê wî li Miştenûr bû dîsa. Soz dabû Helebceya şehîd ku xeyalên zarokên vî bajarî ser lûtkeya Miştenûrê pêk bîne ji ber ku ew jî xeyalek bû ji hestên şînbûyî yên Arîn Mîrkan. Ji bo wê jî zû yan jî dereng rojekê ji rojan dema em çûne Miştenûrê, ji bîr nekin ji bo Gîvara em dîlanekê bigerînin. Misoger, di serçopiya hemû dîlanên me de ew ê hebe ji ber ku kesî weke wî destmala serçopiyê nedihejand.
Û daxwaza din ya dayîka Gîvara bû ku dema gelê Helebce beriya bi çend rojan bi dirûşme û alên netewî ber bi mala wan ve diçûn, her çavê wê li kurê wê digeriya. Cenazeyê kurê wê li Kobanê hatiye veşartin û dixwaze dema Kobanê azad bû biçe û cenazeyê fermandar Gîvara bîne Helebceya şehîd û li kêleka bi hezaran şehîdên bajêr razîne. Da ku her sibehê dema gulekê datîne ser gora wî, guleke din ji bo bîranîna Arîn, Gîvara û bi hezaranê weke wan li ser bilindayiya Miştenûrê şîn bibin!