Nivîskar Helim Yûsiv bi çîrok û romanên xwe di wêjeya Kurdî de cihekî taybet digre. Şêwaza Helim Yûsiv di wêjeya Kurdî de wek “ surrealist” tê binavkirin. Pirtûkên Yûsiv her bi zimanê Tirkî, Erebî û Farisî jî hat çapkirin. Hetta niha sê romanên Helim Yûsiv bi navê "Sobarto", "Tirsa bê diran" û "Gava ku masî tî dibin" bi baldarî ji alî hezkiriyên wejeya Kurdî ve hatibû pêşwazîkirin.
Mijara Romana “99 morîkên belavbûyî” jiyana penaberekî Kurd e. Roman, çîroka Azadê sêwî yê Amûdê ye .Azad ji zilma dewletê baz daye û berê xwe daye li Elmanya. Êdî Azadê ji Amûdê 'penaber'ek e.. Dixwaze bi wergerîyê pirek ava bike di nava însanan de. Lê Azadê Werger ne bi însanên bexwtewar û jixwerazî re mijûl dibe ji wan re wergerî dike. Bi însanên bi êş û keser re eleqeder dibe.
KOLN