Li gorî daxuyaniya ji aliyê Polîsên Parêzgeha Silêmaniyê ve hatiye dayîn, pêr şevê din li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê li malekê ji ber dûkelê bav, dayik û 4 zarokên wan û dayika bav ango 7 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî daxuyaniyê şevê din, sobeya ceryanê vekirî hiştine, piştre ji ber temasê kablo dişewite, ji ber dûkela derketî, hemû endamên malbatê fetisîne. Hate gotin, piştî ku tîmên rizgarkirinê û hêzên polîsan gihîştine cihê bûyerê, cenazeyên wan rakirin nexweşxaneyê. Derbarê bûyerê de lêkolînê dest pê kiriye. Malbat koçber e.

 

SILÊMANÎ / ROJNEWS