Siyasetvanê Kurd Mashar Turan Hezîrana 2019’an li bajarê Elmanyayê Giessenê, di serdegirtina malê de hatibû girtin. Rûniştina yekê ya doza wî li Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Koblenzê çêbû.  Xizm, heval û Kurdistaniyan bi çepikan ew silav kir. Parêzerên wî jî di rûniştina dozê de amade bûn. Parêzerê wî ji heyeta dadgehê re got, pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê yên siyasetvanê Kurd hene. Dozger îdîa kir ku Mahsar Turan berpirsê PKK´ê yê Mainzê ye, û bi berhevkirina pereyan ji bo PKK´ê, birêxistinkirina xelkê ji bo meş û çalakiyan û dana talîmatan sûcdar kir.

Siyasetvanê Kurd ji bo parastina xwe bike, doza bêhtir demê kir. Piştî ku 10 deqîqe ji bo vê navber hat dayîn, Mashar Turan di parastina xwe de behsa zilma dewleta Tirk kir û got, “Em ji gundên me kirin der, li Denizliyê jî em rehet bernedan. Sibehekê ez û hevalê xwe gava em diçûn kar, gule li me reşandin. Gava min çavên xwe vekirin, ez li nexweşxaneyekê bûm. Destên min kelepçekirî bû. Bêhtirî şeş salan ez di hepsê de mam. Li Stenbolê min karê siyasî dewam kir. Di DEP, HADEP, DEHAP’ê de min xebat kir. Min ti carî şidet bi kar neanî. Me ji kesî bi zorê pere nestandin. Min şidet hîç bi kar neanî. Ez beşdarî çalakiyên ji bo birêz Ocalan bûm.”

Heyeta Dadgehê biryar da siyasetvanê Kurd girtî bimîne û doz taloqî 9´ê Adarê kir.

 

KOBLENZ