Piştî ku Hevseroka KCD´ê Leyla Guven di 8’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kir, li dijî tecrîdkirina Ocalan nerazîbûn zêde bûn. Di serî de li hepsên Kurdistanê û Tirkiye, li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê grevên birçîbûnê dest pê kir.
Çalakiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, her ku diçe belav dibin û dikevin qonaxeke nû. Piştî ku Hevseroka KCD´ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê di 8’ê Mijdarê de dest bi çalakiyê kir, li dijî tecrîdkirina Ocalan nerazîbûn zêde bûn. Girtiyên PKK’î û PAJK’î li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiye roja 27’ê Mijdarê çalakî dabûn destpêkirin. Çalakiya girtiyên siyasî ya li girtîgehan di roja 9’an de dewam dike.
Em piştgiriyê bidin çalakiya Guven
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, Hevserokê KCD’ê û Parlamenterê HDP’ê Berdan Ozturk, Mîthat Sancar, Dîlan Dirayet Taşdemîr, Kemal Bulbul, Şevin Coşkun, Serpîl Kemalbay, Habip Eksik, Zuleyha Gulum û Erdal Aydemir bi armanca ku balê bikişînin ser tecrîdkirina Ocalan û piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven li meclîsê dest bi greva birçîbûnê kir. Greva ku li salona Koma HDP’ê piştî civîna Koma HDP’ê dest pê kir, wê 2 rojan dewam bike.
Beriya çalakiyê, Buldan axaftineke kurt kir û got, “Leyla Guven ev 28 roj in ku li dijî tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan di grevê de ye. Birêz Guven bi armanca dawî li tecrîdê bê, dest bi çalakiyê kir. Em jî dixwazin piştgiriyê bidin çalakiya Guven.
Leyla Guven mafdar e
Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê jî bi heman armancê doh bi daxuyaniyekê û bi beşdariya parlamenteran greva biçîbûnê da destpêkirin. Li gel wekîlan gelek endam û rêveberên HDP’ê jî beşdarî çalakiyê bûn. Berdevkê HDP’ê Saruhan Oluç daxuyanî da û destnîşain kir ku bi armanca piştgiriya çalakiya Leyla Guven wan dest bi çalakiyê kiriye. Oluc diyar kir ku Guven parlamenter e û bi awayekî bê hiqûqî û bê qanûn hatiye girtin û hê jî girtî ye.
Li Mêrsînê 10 kes destgîrkirî ne
10 HDP’iyên li Mêrsînê ji bo piştgiriya Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kir û hatin destgîrkirin. Her 10 kes jî çalakiya xwe li midûriyeta polîsan dewam dikin.
Çalakî di roja 3 an de ye
Li Wanê jî çalakiya Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan di roja 3. de dewam dike. Doh parlamenterên HDP’ê yên Wanê Sait Dede û Murat Sarisaç jî tevlî çalakiyê bûn. Gelek endam û rêveberên HDP’ê û rêxistinên demokratîk çûn serdana çalakgeran û piştgirî dan wan.
Tecrîd sûcê mirovahiyê ye
Li Mêrdînê jî Parlamenterên HDP’ê yên Mêrdînê Ebru Gunay û Tuma Çelîk bi heman armancê li avahiya HDP’ê ya Mêrdînê dest bi greva birçêbûnê kir. Beriya grevê, polîsan dor li avahiya HDP’ê ya Mêrdînê girt. Li gel vê yekê gelek endam û rêveberên HDP’ê çûn serdana avahiya HDP’ê û piştgirî dan çalakiyê. Hevserokê rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê, Alî Sincar diyar kir ku armanca wan ew e ku li dijî tercîdê dengê xwe bilind bikin û piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven û got: “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Em li dijî tecrîdê ne. Em dibêjin, tecrîd wê bişike û berxwedan wê bi ser keve.”
NAVENDA NÛÇEYAN