Nivîskar Atabay pirtûka xwe di encama lêkolîn û merqa piştî di biçûkahiya xwe de wêneyeke Saîd-î Nûrsî di dikanekê de dît û hînbû ku alimeke Kurd e amade kir. Atabay ewil ji bo broşurekê amade bike dest bi xebatên xwe kir û pişt re pirtûkeke weke çavkaniyeke mezin û ansîkopediyekê amade kir. Nivîskar di pirtûka xwe de baldikêşe ser hişmendiya rojavayî ya gelek nirxên exlaqî yên olî red kirin û hewl didin baweriyên mirovan ên milyonan salan kom kirin bavêjin çopê. Nivîskar di pirtûka xwe de dibêje ev hişmendî li Tirkiyeyê jî heye û wiha dibêje: "Nirxên rojhilat bi hişmendiya dijminahiya zanistê dikin berteraf kirin. Saîd-î Nursî û mirovên bibawer jî ji vê sûcdariyê para xwe girtin. Hin kuştin, hin hatin sirgûnkirin û hin jî hatin girtin."

'Saîdê kevin-Saîdê nû'

Atabay di pirtûka xwe de dibêje Nursî hem ji bo gelê Kurd û hem jî ji bo gelê tirk xwedî nirxên gelek mezin ên manevî ne û dibêje Nursî jiyana xwe bi du beşên weke "Saîdê kevn û Saîdê nû" cuda kirine û wiha dibêje: "Cudahiya di navbera Saîdê kevn û Saîdê nû de bi analîzeke sosyolojîk a li şûna enerjî, cesaret û hêzbûna ciwanbûnê konformîzm û oportunîzma pîrbûnê heye derbixe. Her çiqas bêje bi veşartina Saîdê kevn siyaset jî veşart û feraq Saîdê kevn û yê nû de bi mesafeya danî nava siyasetê aşkera bike jî, Nursî di şert û mercên çêbûyîn de di Pariya Demokrat de bi siyasetê re mijûl bû û ji vê yekê xwe paşve negirt. Çawa ku T.C. ji Împaratoriya Osmaniyê veqetînek nîn e berdewamiya wê ye Saîdê nû jî berdewamiya Saîdê kevn e."
Atabay Saîd-î Nursî bi şertên Bedlîsê cihê lê jiyîn û lê hatî dinê re bi dest digire û hemû aşamayên Nursî jê re derbasbûyîn bi berfirehî digire dest. Atabay di pirtûka xwe de behsa Tevgera Nur û tevgera Gulen jî dike.
Atabay di beşa çaremîn a pirtûkê ya dawî ya "T.C'a ciwan, Saîdê pîr" de jî mijarên weke "Li Kurdistanê rojên dawî, pevçûna bi şaristaniyê re, bandora tura tarîkatên heremî, nêzîkahiya elewîtiyê, xizmeta ji Tirkan re, nêzîkahiya Nursî ya li hemberî jinê, sirguna Kastamonuyê, piştgiriya ji DP'ê re, Barîkata li hemberî komunîzmê..." gelek mijarên din lêkolîn kirine û şîrove dike.

Nivîskar Atabay di ser de ji parêznameyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gelek pirtûkên din sud wergirtiye û weke çavkanî bi dest girtiye.

AMED