Bayik: Bi taybetî ku Kurd be, zarok, extiyar, jin, ciwan, nexweşan dixe zindanan. Ev qelsiya rejîmê dide nîşandan. Ji ber ku faşîst e ji her tiştî ditirse. Çi tişta bi navê Kurd û Kurdistanê heye, jê ditirse û dibêje ‘ev ê dawiyê li min bîne’. Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji ber tirsa têkçûnê bi tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê girtiye, zilm û zora li ser milet ji her demê bêhtir e û wiha axivî: “Çi li hundirê Tirkiyeyê, çi li derveyî wê, ti dostê wan nemaye. A niha ne yên li dijî wan, yên ku berê li gel wan jî ji AKP’ê dûr dikevin û her ku diçe li dijî siyaseta Erdogan disekinin.” Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, tevlî bernameya Dilistan a Radyoya Dengê Welat bû û pirsên rojnamevan Ciwan Tûnç bersivandin. Bayik li ser polîtîkayên qirrkirinê yên dewleta Tirk axivî û got, rejîma faşîst a AKP-MHP’ê hemû faşîstên berê temsîl dike, û wiha peyivî: “Li Tirkiyeyê gelek desthilatdar çêbûne û xwestine Kurdan, hêzên demokratîk qirr bikin, tasfiye bikin. Lê dema mirov dîrokê lêbikole, mirov dibîne ku desthilatdariyeke wekî ya Erdogan û Bahçelî faşîst, çênebûye. Wan li desthilatdariyên di dema Tirkî heta di dema Osmanî de lêkolaye û bi taybetî jî di dema Îttîhat Terakkî de çi kirine, lêkolaye. Wan tevan bi kar tînin û kêmasiyên wan jî dîtine, û li gorî wê tevdigerin. Ji bo wê jî kesekî wekî van dijminatî li Kurdan, li ragihandin, rewşenbîr, hunermend, akademîsyen, gelan, olan û hwd. nekiriye. Kesekî wekî van mirov ji saziyên dewletê, burokrasiyê û saziyên medenî dernexistine. Van hejmareke mezin mirov ji her tiştî mehrûm kiriye.” Gel rehîn digirin Bayik, zêdekirina zextên li ser civaka Tirkiyeyê û Kurdistanê jî wiha şîrove kir: “Bi vê dixwazin faşîzmê tam bidin rûniştandin. Dixwazin her kesî teslîm bigirin. Yên ku teslîm nebin jî heqê jiyanê ji wan re nehêlin. Siyaseteke wisa dimeşînin. Ji bo vê jî her ku diçe bingeha quwetên demokrasiyê xurtir dikin û dawî li xwe tînin. Binihêrin, xwe negirtin ku 2019’an hilbijartinan bikin. Bi xwe dibêjin, heger heta 2019’an sebir bikirane, wê Tirkiye belav bûbane. Belavbûna Tirkiyeyê çi ye? Têkçûyîna wan e. Ji bo wan mahkemeyên muhim vedibin, rêya zindanan vedibe. Ji bo ku ew çênebin, gotin, lazim e, em pêşî li van bigirin û hê quwetên demokrasiyê ne amade, em xwe rizgar bikin. Ji bo wê jî man û nemana xwe wekî man û nemana Tirkiyeyê didin nîşan. Dibêjin, ‘qedera Tirkiyeyê girêdayî me ye, em biçin Tirkiye jî diçe’. Bi vê, esas dixwazin civakê rehîn bigirin. Dibêjin mecbûrî me ne. Em çi bikin, divê hûn qebûl bikin. Lazim e em li îqtîdarê bimînin. Ku em bikevin Tirkiye namîne. Bi vê Tirkiyeyê ditirsînin. Gel rehîn digirin.” Hew maye tifaqa wan a faşîst! Bayik îşaret bi tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê kir û got, milet ji wan nerazî ye, loma jî çi li hundirê Tirkiyeyê çi li derveyî wê, ti dostê wan nemane û wiha peyivî: “A niha ne yên li dijî wan, yên ku berê li gel wan jî ji AKP’ê dûr dikevin û her ku diçe li dijî siyaseta Erdogan disekinin. Dibêjin, me ne li ser vê siyasetê AKP ava kir, ev siyaseta MHP’ê ye, AKP nemaye. Ji bo ku ew kes neaxivin wan tehdît dikin. Di van hilbijartinan de Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk şandin da ku Abdullah Guh tehdît bike. Her kesî tehdît dikin, ne tenê Abdullah Gul, Bulent Arinç jî tehdît kirin. Lê hinek jî çiqas tehdît jî bikin, li ber xwe didin.” Lê hatine dawiyê Bayik da zanîn ku ji bo ku nerazîbûna gel veşêrin, nijadperestî, şovenîzm, neteweperestiyê sor dikin û wiha pê de çû: “Ji bo ku karibin li desthilatdariyê bimînin. Gel dixapînin, derewan dikin ku kes rastiyên wan nebîne. Lê belê berê derew dikirin û hinek encam digirtin. Lê hatine dawiyê. Derewan dikin, dibînin ku kes pê nayê xapandin. Ji bo wê jî her ku diçe li dijî wan muxalefet hê xurttir dibe. Dîtin ku wer dewam bike, ew ê bikevin, ji bo ku nekevin, darbe kirin. Niha ne wexta hilbijartinan bû û gotin, hema em di du mehan de hilbijartinê dikin. Ji bo wê navê wê hilbijartina zordest e. Heger wisa nekirina, nikarîbûn heta salekê li ser xwe bisekinin.” Qelsiya rejîmê dide nîşandan Bayik, sedema zextên li ser civakê û dîlên azadiyê jî weke armanca teslîmgirtinê şîrove kir û got, “Ji bo wê jî nahêle kes biaxive, mafê jiyanê ji kesî re nahêle. Yan mirovan dide revandin, diçin derveyî welat, yan dixe zindanê, yan jî dikuje. Bi taybetî ku Kurd be, zarok, extiyar, jin, ciwan, nexweş û hwd. dixe zindanan. Ev çi dide diyarkirin? Hêza Kurdan dide nîşandan. Divê ev bê dîtin. Qelsiya rejîmê dide nîşandan. Ji ber ku faşîst e ji her tiştî ditirse. Çi tişta bi navê Kurd û Kurdistanê heye, jê ditirse û dibêje ‘ev ê dawiyê li min bîne’. Her çiqas di 12’ê Îlonê de faşîzm hebû jî hinek qanûn li ber çavan digirtin û her kes destgîr nedikirin. Şoreşger û mîlîtan hedef digirtin. Lê ev, her kesî dikin zindanan. Civak kiriye zindanan. Dixwaze civakê teslîm bigire. Ji bo wê jî têkoşîna li zindanan pirr pirr girîng e. Zindan jî bereyeke têkoşînê ye. Ew dixwazin îradeya civakê bişikînin û wisa teslîm bigirin. Heta ku di zindanê de vê nekin, nikarin li derve civakê teslîm bigirin.”  NAVENDA NÛÇEYAN