Polêsên tîmên taybet roja duyemîn a Fuara Pirtûkan a Amedê bi ser fuarê de girtin. Hêjayî gotinê ye ku şaredariya Bajarê Mezin a Amedê fuar vekiriye. Di serdegirtinê de mudaxeleyî dezgeha pirtûkên Weşana Aramê hat kirin. Di mudaxeleyê de dest posterên ji bergên pirtûkên siyasetvana Kurd Sakine Cansiz a li Parîsê hatî qetilkirin û rojnameger Gurbetelli Ersoz jî hatin desteserkirin.


Nikarin bibin bend

Gelek nivîskar û weşanxaneyan êrîşa polîsan a li hemberî Weşanxaneya Aramê û binçavkirina edîtora Aramê bi daxuyaniyekê şermezar kir. 

Daxuyanî li ber dezgeha Weşanxaneya Aramê ji aliyê Serokê PEN’a Kurd Şêxmûs Sefer ve hat xwendin û di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew êrîşên li hemberî Aramê şermezar dikin û ew ê li hemberî van êrîş û pêkûtiyan bi awayekî biryardariyî bisekinin. 

Sefer di daxuyaniyê de diyar kir ku her çiqas koodînasyoneke fûarê hebe jî, polês di dest wan de çek û bi awayekî kêfî êrîşî weşanxaneyê kirin û got, “Li gorî kêfa xwe ew afîş berhev kirine. Her ku êrîş û pêkûtiyên weha pêk bên, pirtûk û kovarên Kurdî wê bêtir bên xwendin. Tu kes wê nikaribe li hemberî vê bibe bend.” 


 AMED