Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê cenazeyên du xwîşkên şehîd Dîlan û Dilyar Şêx Mehmûd ên ku di encama êrîşeka bombeyî de şehîd bûbûn, li goristana şehîdan a gundê Şercî ya girêdayî bajarê Hesekê, oxir kirin.

Şêniyên Hesekê, endamên saziyên civaka sivîl û endam û rêveberên Meclisa Sûriya Demokratîk cenazeyên her du şehîdên endama Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk Dîlan Şêx Mehmûd û xwîşka wê Dilyar Şêx Mehmûd ji navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi karwaneke erebeyan ber bi goristana şehîdan a gundê Şercî ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi rêzgirtinê hate destpêkirin. Paşê yek ji rêveberên Kongreya Star Şêrîn Oso axivî û got: ʺÎro bajarê Hesekê du stêrkan oxir dike.ʺ

Rêça wan dê bişopînin

Şêrîn dest nîşan kir ku bila dijmin baş bizane ku kiryarên wan ên tirsonek ti carî wan ji rêya têkoşîn, azadî û demokratiyê venagerîne. Şêrîn got ku ew ê heta dawiyê li ser rêya Dîlan û Dilyarê bin ku bûn sembola têkoşîna jin û ciwanan.

Ji 2013’an ve

Ji rêveberên Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk Elbîn Ehmed axivî û da zanîn ku şehîd Dîlan ji bo têkoşîn û azadiya jinan mînak bû û wiha pê de çû: “Ji sala 2013`an ve şehîd Dîlan tev li nava refên ciwanan bûbû. Dîlan ji bo azadiya jinan bi dehan semîner di vê çarçoveyê de dabûn.“

Bi bombeyeke destan

Piştî axaftin bi dawî bûn, cenazeyên her du şehîdan li goristanê di nava dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re hatin oxirkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hin kesên nenas bombeyeke destan avêt mala endama Meclisa Sûriya Demokratîk Dîlan Şêx Mehmûd û di encamê de Dîlan û xwîşka xwe Dilyar şehîd bûn.

HESEKÊ