Helbestvan Elîxan Loran helbesta kurdiya kurmancî ya modern a Bakur a salên 2000’î û beriya wê nirxand û diyar kir ku helbesta salên 90’î dixwest hebûna Kurdan îsbat bike, lê ya niha jî dixwaze bûyerên wekî Roboskî, jêrzemînên Cizîrê, cenazeyê dayika Taybet, mirin û komkujiyan îsbat bike. 

Pirtûka duyemîn a helbestan a Elîxan Loran a bi navê “Dînozor” ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hat weşandin. Loran piştî pirtûka xwe ya ewil “Defter”ê ku sala 2012’an ji aliyê heman weşanxaneyê ve hatibû çapkirin, bi 5 salan, berhemeke cihê li helbesta Kurdî zêde kir. Ji ajansa MA´yê rojnamevan Rêdûr Dîjle Loran re li ser pitûka wî ya nû “Dînozor” peyivî.



Xetimîn çareseriyê ferz dike

Li ser minaqeşeyên xitimîna hebesta modern a Kurdî, Loran dibêje, ew bi vê minaqeşeyê kêfxweş dibe û sedema wê jî wiha rave dike: “Eger tiştek xitimîbe, ew ê bi awayekî xwezayî tiştek wî tiştî ji ber xwe rake û ew ê rojekê bipijiqe jî. Yan jî em ê hemû di binê wê xitimînê de bimînin. Dawiya dawîn herdu jî çareserî ne.”

Li ser helbesta xwe Elîxan Loran dibîje,  “Ji bo min helbest, ji hestê wêdetir wek fikrekê ye. Beriya her tiştî wek fikrekê tê ba min. Ew fikra wê, ew navê wê gelek tiştan bi min dide nivîsandin. Ew fikr dibe ku peyvek be jî, ev ji bo min dibe havên. Êdî li ser wî havênî gotina xwe kûrtir dikim. Mesela peyva Dînozorê ev pirtûk bi min da nivîsandin. Di pirtûka min “Defter”ê de “jihevketinên Baro”; ev nav helbest bi min da nivîsandin.” 


AMED