Zirek, da zanîn ku weke rojnamevanekî di serî de girtin û binçavkirinên ku li Bakurê Kurdistanê çêbune şermezar dikin û got: "Li gorî min ev şêwazekî siyasî şibandinekî rojhilatî ye mina welatên dîkdatorî ye. Yek ji sedema raperînên gel ên li Tunis, Misir û welatên din ji ber vî şêwazê niha li tirkiye tê meşandine. Ev buyên ku li ser rojnamevan li Turkiyê pêktên ne tiştekî nuye ji berê de li tirkiyê heman buyer wek bê rumetî, lêdan û bê mafî di hatin jiyan kirin. Lê di roja îro de xwe hin zêdetir giringî dane vê tiştê û niha li wir buye çandekî runiştî. Lê rexmê vê ji rojnamevanên Kurd rastî du şêwe zordarî lê kirin yek wek pişe yek ji jiber nasnameya Kurdwerî yê ye.”
Zîrek, ji hemû kesan xwes ku li himberî vê bêmafiyê rawestê û dengê xwe bilind bikin û Wiha got, “ Her êrîşekî li hemberî her rojnemevenekê li kuderê dibe bila bibe em şermezar dikîn û divê her rojnamevanekî Kurd li himberî van zordarî û êrişên li ser medya Kurdî şermezar bike û lê xwedî derkevin.” Berpirsê Desgeha Çap û weşanê ya Bedirxan Hemid Bedixran jî diyar kir ku girtina rojnamevanan li dijî derbirîna bîr û ramane û kelemeke li himberî azadî ya bîr û ramanê ye û wiha got: "Ez wek sernivîserê Kovara ku Sendîka rojnamenusan derdike hemu zor û zextên liser rojnamevanan şermezar dikim û em qet napajirînin. Ez naxwazim careke din buyerên wiha dubere bibin naxwazin rojnameger bên girtin. Ev ji bo Tirkiyeyê şermek e.

'Bi girtinan nikarin bi ser bikevin'

Rojnamevan Tarik Sermamî jî der barê bêmafiya li hemberî rojnamevanên Kurd ên rastî bêadaletiya Hikumeta AKP’ê hatin nerazîbunên xwe da nişan dan û wiha got, “Di serdema niha de rojnamevan li kuderê dibe bila bibe divê bi şêweyek azad karê xwe bike. Bê ku astengiyek bikeve pêşiyê. Her bêmafî û binçavkirinek û azadiya ramanê li hemberî rojnamevan li kurê dibe bila bibe em weke rojnamevanên Kurdistanê şermezar dikîn. Ji ber ku rojnameger xwedî peyamek mirovaneye û rastiyan ji ber vê pêwiste her kes rêz jêre bigre. Tarik ji bo kesên berpirs ji hêviyên xwe anînin ziman û wiha axivî, “ Hêvî dikin ku her kesê bikare û xwe dî erke kesên ku bidin astent li pêşiya azadiya ragehandinê raweste û wan bişidine ku buyerên wiha nekin. Ji ber ku serdema me ya teknolojiyê ye wê nekarin bibin asteng li hember ragehandina peyamanê. Ger çend rojnamevanan bigrin ji wê nekarin medyayê çavdêrbikin. Medyaya elektironik bê sinorine û siniran nasnake. Pêwiste ku em kar bikin ji bo azadiya ragehamdinê. Da ku bikarin dinava civakek demokrat de bîr û ramanên xwe bi aweyek baş û azad bînin ziman û rêz li mafê wan bê girtin.”
Nunerê Federasyona rojnamegeren Navneteweyî Şêrko Hebîb û Sekereterê Sendikeya Rojnamegeran Hindirîn Ehmed jî bertekên xwe anîn ziman û xwest zext û zordariyên li ser rojnamegeran bi dawî bibin. Şêrko Hebîb nerazibunên xwe wiha anî ziman: “Em bi tu awayî êrişekên dijhiqûqî û zagonî yên li ser rojnamegeran qebûl nakin. Em van pêkanînên li ser rojnamegeran şermezar dikin. Em bi tu şêweyî zext û zordariya li ser çapemeniya Kurd qebûl nakin. Divê pirsgirêk bi zext û zordariyê neyê çareserkirin.

Seketerê Sendîkaya Rojnamevanan Hindirîn Ehmed jî bertekên xwe anîn ziman û got: “Hikûmeta AKP’ê dest ji van karên xwe yên qirêj ber nadin. AKP dixwazin rojnamegeran li gorî xwe bi teşe bikin. Ji ber vê yekê zextên li ser rojnamegerên Kurd zêde dikin. Em wekî sendikaya rojnamegeran van kiryaran li dijîrojnamevana tên kirin şermezardikin û em heta dawîyê li gel wanin û emê hempişeyên xwe bi parêzin. Bila dewlet desta ji van kiryaran berde ew nikarin dengê gelê Kurd qut bikin.

HEWLÊR