Kongreya Netewî a Kurdistan (KNK) di çarçoveya bihêzkirina xebatên Kongreya Netewî a Kurd de li Herêma Kurdistanê serdana partiyên endamê KNK’ê dike. Di vê çarçoveyê de doh  heyeta KNK'ê ya ji her du hevserokan Tahir Kemalîzade, Nîlûfer Koç û herwiha nûnerên Hewlêrê yên KNK’ê pêkdihat, li avahiya Hizba Zehmetkêşên Kurdistan bi rayedaran partiye re hevdîtin pêkanîn. Di şanda Hizba Zehmetkêşan de endamên polîtbûroyê Saed Xalid, Hîwa Selîm, Goran Celal, Bêkes Qadir û berpirsa têkiliyan Nîştîman Kemal hebûn.

Hevdîtin li ser Kongreya Netewî a Kurd û pêvajoya siyasî ya Kurdistan û Rojhilata Navîn bû. Di hevdîtinê de şanda KNK’ê ji Hizba Zehmetkêşan xwest kû bi awayek çalak cihê xwe di kongreya netewî de bigrin û li ser vî bingehî ji niha de xebatên xwe pêşbixin û ji bo kongre bi awayek serkeftî bê li darxistin hemû berpirsyartiyên xwe yên li ser bingehê berjewendiyên netewî pekbînin. Her wisa şanda KNK’ê diyar kir kû Hizba Zehmetkêşan di aliyê berjewendiyên netewî de hertim polîtîka û xebatek rûn û aşkira dana meşandin û ji destpêka têkoşîna xwe heta niha aligirê yeketiya netewî a Kurdan bûne.

'Ji bo berjewendiyê gel em amade ne'

Aliyê Hizba Zehmetkêşan jî keyfxweşiya xwe jibo serdana şanda KNK’ê da diyar kirin û dan zanîn kû ew wek partiyek endamê KNK’ê di aliyê berjewendîyên netewa Kurd de ji bo her tiştî amadene û ewê bê pirsgirêk û bi awayek ji dil û serbilind beşdarî Kongreya Netewî a Kurd bibin.
Her wisa di hevdîtinê de pêvajoya dawî a siyasî jî hate nîqaş kirin û hate gotin kû divê hemû Kurd pêvajoya aştî û demokrasiyê a li Bakûrê Kurdistanê ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin pêştgirî bidinê. Dîsa li ser Rojavayê Kurdistanê jî aliyan bang li tevayî gelê Kurd û hêzên herêmê kir kû li pêşiya şerê li ser navê cîhadê tê kirin bê deng neminin û birayên xwe yên Kurd kû li Rojava ji salekê zêdetire di bin her core zehmetî û bê derfetiyan de li hember komên çete û rejîma BAAS têdikoşin û berxwedan bê hempa didin diyar kirin bê deng neminin. Hevdîtin di demjimêr 11:00’an de bidawî bû. KNK wê li Herêma Kurdistanê di vê çarçoveyê de serdanên ji bo partiyên endamên KNK’ê bidomîne. 

DÎHA/HEWLÊR