Delegasyona Rojava ya ji Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, Fermandara YPJ’ê Nesrîn Abdullah, Serokwezîrê Kantona Kobanê Enwer Muslim û Hevseroka TEV-DEM’ê Sînem Muhammed pêk dihat. Heyetê hevdîtina xwe ya yekemîn bi Alîkarê Serokê Herêma Lazîo Massimilano Smeriglio û endamên meclîsê re, pêk anî. Hevdîtina ku Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, Serokwezîrê Kantona Kobanê Enwer Muslim û Fermandara YPJ’ê Nesrîn Abdullah tevlî bûn, nêzî saetek û nîvê dewam kir. Endamên delegasyonê di axaftinên xwe de diyar kirin ku ji bo pergala xweseriya demokratîk a gel li Rojava bi îradeya xwe ava kiriye bi sazî bibe pêwîstî bi alîkariyê heye. Alîkarê Serokê Herêmê Massimilano Smeriglio jî diyar kir wê mehên pêşiya me têkildarî vê mijarê protokolekê amade bikin.
Bi komîsyona senatoyê re rûnişt
Heyetê hevdîtina xwe ya duyemîn bi Komîsyona Karên Derve ya Senatoya Îtalya re pêk anî. Di hevdîtinê de li gel endamên komîsyonê Serokê Koma Îtalîa ya Forza ya di senatoyê de Paolo Romani jî amade bû. Endamên delegasyonê yên têkildarî sazîbûna pergala xweseriya demokratîk, aborî, çandî, ewlekarî û hwd. bi qasî saetekê axivîn behsa zehmetiyên dema têkoşîna li hember çeteyên DAIŞ’ê kirin.
Hevseroka TEV DEM’ê Sînem Muhammed diyar kir ku tevî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên gefê li mirovatiyê dixwin. Endamên komîsyonê jî diyar kirin ku li Rojava nirxên mirovatiyê bilind bûye û ji bo bê parastin wê piştgiriyê bidin.
Seroka Meclîsê wê ii bo Rojava bixebite
Heyetê hevdîtina xwe ya dawî ya bi Seroka Meclîsa Îtalya Laura Boldrini re kir. Heyeta saet 15:00'an bi protokoleke fermî hat pêşwazîkirin, nêzî saetek û nîvê hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de Hevserokê PYD’ê Salih Muslim û Hevseroka TEV DEM’ê Sînem Muhammed ku li ser navê heyetê axivîn xebatên aborî, civakî, çandî û ewlekariyê yên li Rojava tên kirin bi awayekî kitekit vegotin. Laura Boldrînî diyar kir ku hevdîtinê girîng dibîne û wek Seroka Meclîsa Îtalya û di çarçoveya NY de ji bo piştgiriya pêwîst ji Rojava re bê kirin wê bixebite. Boldrînî da xuyakirin li gel hewdanên ji bo teşwîqa alîkariya ji Rojava re ya hikûmetê û ji bo serokên 12 herêmên li Îtalya jî di aliyê lojîstîk û aborî de piştgiriyê bidin Rojava wê bikevin nav hewldanan.
ANF/ROMA