Li gorî nûçeya malpera fermî ya Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê hevdîtin pêr li navçeya Selaheddîn a girêdayî Hewlêrê pêk hat. Li gorî nûçeyê di hevdîtinê de li ser bûyer û geşedanên li rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê hatiye rawestîn. Di nûçeyê de tê gotin ku heyeta Rojava di hevdîtinê de der barê pêwendiyên di navbera partiyên Kurdan ên li Sûriyeyê û pirsgirêkên wan de agahî dane Barzanî. Li gorî heman nûçeyan tê gotin ku, Barzanî pêvajoya niha ya Sûriyeyê ji bo misogerkirina destketiyên Kurdan wekî derfetekê nirxandiye û diyar kiriye ku ligel cudahiya bîr û baweriyê ya di navbera partiyên siyasî de jî, pêwîst e hemû alî li ser xalên hevbeş û stratejiyekê tevbigerin. Her wiha Barzanî got ku, ji bo destketiyên Rojava ji dest neçin, pêwîst e hemû alî hebûna hevdu qebûl bikin û eger baweriya wan bi prensîbên sereke hebin, dikarin li ser naveroka wan jî bigihêjin peymanekê.
HEWLÊR