Heyetên ku ji Danimarka û Îtalyayê hatin, ji bo geşedan û agahiyên li Roboskiyê bişopînin di serî de çûn Şaredariya Qilebanê ya Şirnexê ziyaret kirin û pişt re çûn Gundê Roboskiyê ziyaret kirin. Heyetê Şaredariya Qilebanê ziyaret kir û bi rayedaran re hevdîtin pêk anîn. Heyetê ji wekîlê Şaredarê Qilebanê Fehmi Yaman agahî girtin û pişt re derbasî Gundê Roboskiyê bûn. Koma Mediazione ya Îtalî ku di navde endamên Komîsyona Mafên Mirovan a Navneteweyî jî hene, der barê binpêkirinên mafan û komkujiyê de agahî girtin. Heyet li Roboskiyê ji aliyê welatiyan ve hate pêşwazîkirn û pişt re çûn gora 34 kesan ziyaret kirin. Heyete diyar kirin ku ew dê bûyerê bişopînin û li ser rawestin. Xizmê kuştiyan Bahattin Encu diyar kir ku divê teqez êdî ewropa çekan nefiroşe Tirkiyeyê û di vê mijarêde bi hestiyar tev bigere.
ŞIRNEX