
Weşanxaneya Hîvayê ya li Amedê par dest bi weşanê kirî, xebatên xwe yên ji bo perwerdeya zarokan didomîne. Hîva niha jî du rêzepirtûkên pêşdibistanê bi hev re çap kirin. Rêzapirtûka Kulîlk û rêzepirtûka Rengîn. KULÎLK ji bo zarokên 5-6 salî, RENGÎN jî ji bo zarokên 3-4 salî hatiye amadekirin. Seta Kulîlkê ji 5 pirtûkan pêk tê.
Kulîlk ji bo perwerdê
Pirtûka yekem a xêzkirinê ye, 4 pirtûkên din jî yên perwerdeyê ne. Rêzepirtûk ji hêla mamosteya pêşdibistanê Aynur Ozbay ve hatiye amadekirin. Wêne ji hêla Qerbelek ve hatine çêkirin. Hemû mijarên pêşdibistanê ji mijarên hêsan dest pê dikin û ber bi mijarên zehmet ve diçin. Zarok bi tevahiya rêzepirtûkan hemû têgehên pêşdibistanê bi saya vê rêza pirtûkan hîn dibin. Her 5 pirtûk bi tevahî ji 180 rûpelan pêk tên.
Naveroka rêza Kulîlkê bi vî awayî ye: Pirtûka yekem ya xêzkirinê ye. Ji 40 rûpelan pêk tê. Di pirtûkê de zarok di destpêka pêşdibistanê de ji bo ku ji dibistanê hez bikin, çalakiyên mîna boyaxkirina wêneyên ajalan, xêzkirina xêzên cuda û xêzkirina jimaran pê hîn dibin.
Pirtûka duyemîn 32 rûpel e. Di nav pirtûkê de xêzkirin û boyaxkirina jimaran, danasîna navê rengan, mezin biçûk, paqijî, fêkiyên nîvî û tam, têgihên mîna nêzîk û dûr, ji teşeyan xelek û ji hestên mirovan jî xemgînî hatiye danasîn.
Têgehên dijber
Pirtûka sêyemîn 20 rûpel e. Têgihên mîna kevn-nû, vekirî-girtî, tije-vala, şev û roj, ji teşeyan şiklê çarçik û sêgoşe û lakêşeyê, têkiliya navbera alavan, wêne û navê wesayîtan bi rêya xêzkirin û boyaxkirinê hatine amadekirin.
Pirtûka çaremîn 48 rûpel e. Têgehên mîna hişk-nerm, giran-sivik, li ser-li bin,çep-rast, şil-ziwa, qirêj-paqij, zirav û stûr mijarên wê ne. Her wekî din di pirtûkê de dîsa reng û hejmarên cuda tên fêrkirin. Ev pirtûk li ser xwarin û vexwarinê jî disekine. Ji rojên taybet jî Newroz hatiye danasîn. Ji bo zarok laşê xwe û malbata xwe baş nas bikin, der heqê van mijaran de du çalakî hatiye amadekirin. Dîsa di vê pirtûkê de hem derbarê paqijiyê de, hem jî derbarê fêkî, ajalan û jimaran de gelek çalakî hene.
Cudatiyan vedibîje
Pirtûka pêncemîn ji 40 rûpelan pêk tê. Şînbûn, berdîn û seridîna genim bi wêneyan hatiye vegotin. Cudatiyên di navbera wêneyan de bi rêya wêneyan hatine nîşandan. Wekî din îşaretên trafîkê, hînkirina saetan, ji têgehan mezin-biçûk, giran-sivik jî bi rêya ceribandinê weke ders hatine amadekirin. Dîsa pirtûk, di çalakiyekê de çêkirina seramîka bi xwê jî nîşanî zarokan dide. Wekî din komkirin û deranîn bi rêya çalakiyan hatiye nîşandin.
Rêzepirtûka Regîn
Rêzepirtûka Rengîn ji bo zarokên 3-4 salî ye û Ayşe Kılıçkaya ev rêzepirtûk amade kiriye. Rêzepirtûk ji 4 pirtûkan pêk tê û bi tevahî 64 rûpel e. Di pirtûka yekem de zarok bi rêya çalakiyan navê rengan hîn dibin. Pirtûka duyemîn ya hînkirina teşeyan e. Bi alîkariya teşeyan zarok şiklên der û dora xwe nas dikin. Zarok di pirtûka sêyemîn de bi alîkariya çalakiyan jimaran hîn dibin. Di pirtûka çaremîn de jî zarok têgehên mîna; mezin-biçûk, hindik-pir, qirêj-paqij, dûr-nêzîk, dirêj-kin, vekirî-girtî, tije-vala, stûr-zirav hîn dibin.
NAVENDA NÛÇEYAN