Konseya HPG’ê ragihand ku wana bi beşdariyeke berfireh civîna xwe ya asayî li dar xistiye û got; “Di civîna me de pêşketin û geşedanên li cîhan û herêmê û bandora wan li ser gelê me û tekoşîna azadiya gelê me hatiye nirxandin. Her wiha, siyaseta dewleta Tirk a dagirker û hêza faşîst a desthilatiyê AKP’ê yên li ser gelê me dimeşînin û asta wê ya sala 2012’an hatine nirxandin. Ligel vê jî pratîka me weke HPG ya sala 2011 û teqtîkên me yên berxwedanê bi awayeke berfireh hatiye nirxandin, xeletî û kêmasî hatine tesbîtkirin, plansazî û perspektîfa parastina rewa ya 2012’an hat derxistin.”
HPG’ê bal kişand ser pêşketinên li Kurdistan û Rojhilata Navîn û got; “Gelê Kurd pêşketin nîşan gelê Kurd ji bo statûya ku heq dike bi her awayî amade ye. HPG’ê bal kişand ser polîtîkayên qirkirina siyasî, çandî ya li ser a hikûmeta AKP’ê li ser esasê înkar û tunekirinê dimeşîne û diyar kir ku ji ber ku AKP’ê dît ku statûya vê siyasetê parçe dibe û bi tirsa tunebûnê re rû bi rû ma dest bi êrişên ser Ocalan, gerîla û gel kir. HPG’ê ragihand ku hikûmeta AKP’ê di 2011’ê de hemû rêbazên qirêj ên şerê taybet li hemberî gel û tevgera wan pêk aniye û got; “Di vê demê de AKP li aliyekê li hemberî gelê me û gerîlayên me operasyonên bi armanca tunekirinê pêk tîne, bi şerê berfireh ê psîkolojîk dixwaze tekoşîna gelê me lewaz bike û gelê me ji tekoşînê sar bike û parçe bike.” HPG’ê bal kişand ser rola çapemeniya Tirk a di şerê psîkolojîk de û destnîşan kir ku ev şerê bi armanca tunekirinê ne tenê li hemberî gel û gerîlayên Kurd, li hemberî erdnîgariya Kurdistanê pêk tê. HGP’ê got; “Tenê li bajarên Kurdistanê Şirnex, Colemêrg, Wan û Sêrtê heştê projeyên bendavan hene.” HPG’ê destnîşan kir ku ev proje di salên 1990’an de jî pêk nehatine û diyar kir ku di xwazin bi vê ye herêmê ji mirovan vala bikin.

Bi biryardarî ketin 2012'an 

Konseya HPG’ê diyar kir ku di civînê de berxwedana li hemberî êrişên bi armanca tunekirinê yên ‘dewleta Tirk a dagirker û desthilatiya faşîst a AKP’ê’ hatine nirxandin. HPG’ê got; “Gerîlayên me li hemberî êrişên bi armanca tunekirinê yên li hemberî Rêbertî, gel û tevgera me, hem li Bakûrê Kurdistanê û hem jî li Başûrê Kurdistanê, berxwedaneke bêhempa hatiye nîşandan. Weke HPG’ê, berxwendana ku me li dar xistiye, şerê berfireh ê psîkolojîk hatiye pûçkirin û me rûyê kirêt ê AKP’ê deşîfre kiriye. Bi tekoşîna me ya sala 2011 careke din dost û dijminan dîtiye ku gerîlayên Kurdistanê tu carî bin nakevin.Gerîlayê Kurdistanê destnîşan kiriye ku bedela wê çi be jî tu carê dest ji parastina gelê xwe û nirxên xwe bernade. Li gel vê yekê şaşitî û kêmasiyên me yên bîrdozî, rêxistinî û leşkerî yên di sala 2011 de hatine nirxandin û gihiştine wê biryardiriyê ku xeletiyan sererast bikin û derbasî sala 2012’ê bibin.”

'Emê nehêlin AKP biser bikeve'

HPG’ê got; “Biryardaiya li ser xeta şehîdên qehreman û mezin ên sala 2011’ê di kesayeta şehîd Rustem, Çîçek, Elîşêr, Rûbar, , Rozerîn, Mahir, Hemze de ji her demê mezintir e û bi îddîatir e. Gerîlayên Kurdistanê weke ku heta niha di tekoşîna zadiya gelê xwe de tu dudilî nejiyaye, ji niha û pêve jî najî. Ji bo hemleya. “An Azadi, An Azadi” bi ser bikeve, dê bi serkeftî peywira ku dikeve ser milê wan pêk bîne. Li ser vî esasî dê di sala 2012 de xeta berxwedanê kûr bike û tekoşînê mezin bike. Li hemberî konsepta tunekirinê û qirkirinê ya dewleta dagirker a Tirk û desthilatiya faşîst a AKP’ê bedela wê çi be jî, dê ji Biryargeha Navendî ya HPG’ê û heta ciwantirîn şervanan, bi giyanê fedayî li ser xeta berxwedanê biryardariyek xurt nîşan bide û dê bi awayeke herî çalak beşdarî xurtkirina tekoşînê bibe.”
 
Ji bo hemleya berxwedana mezin bangewazî

Konseya HPG’ê got; “Divê tu kes şik û gumanan ji wê yeke neke ku ew ê ku di sala 2012 ku em bi hemleya “An Azadî, An Azadî” ya li ser esasê “Ji Rêber Apo re Azadî û ji Kurdan re Statû” dikevinê, pewyirên ku dikevin ser milê me bi hêjayî pêk bînin. Di çavkaniya vê biryardariya me de Rêberê me, şehîdên me û gelê me hen. Li ser vî esasî em tekoşîna bi rûmet a Rêbertiya me û berxwedana bi rûmet a gelê me û xwedîderketina li şehîdan silav dikin. Bi taybet, dayîkên me yên ku bi mûm, gul, tilîliyan zarokên xwe pêşwazî dikin, me rûmetdar kirine, biryardariya me mezintir kirine û dilsoziya me ya bi gelê me re ji her demê zêdetir mezintir kirine. Xwedîderketina gelê me li şehîdên xwe, bertekek pir xurt e li hemberî polîtîkayên AKP’ya qirker ên li ser esasê bi kuştinê qedandin, şkandina vînê û teslîmgirtinê. Em vê helwesta bi rûmet û bi şeref a malbatên xwe yên şehîdan silav dikin û em dubare dikin ku em ê ji her demê zêdetir dilsozê bîranênên şehîdên xwe bin. Li ser vî esasî em bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku tevlî nava refên gerîlayên Kurdistanê bibin, li hemberî polîtîkayên qirkirinê yên li ser Rêbertî û gelê me bibin xwedî helwest.” Her wiha, HPG’ê bang li gelê Kurd kir ku bi awayeke herî çalak beşdarî hemleya berxwedana mezin bibin.

ANF/BEHDÎNAN