Hêzên Parastina Gel (HPG)ê ragihand ku di encama çalakiya wan a li hemberî 10 bingehên leşkerî yên li navçeya Çelê ya Colemêrgê de gelek leşkerên Tirk hatine kuştine. HPG’ê di daxuyaniya dayî de got; “Di 9’ê Sibatê de ber bi sibehê li navçeya Colemergê Çelê li dijî gelek baregehên leşkerî yên artêşa dagirker a Tirk ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyên hemwext hate lidarxistin.”
HPG’ê di berdewama daxuyaniyê de got; “ Di encama çalakiyan de gelek leşkerên dijmin hate kuştin û hin amûrên leşkerî jî hate desteserkirin. Herwiha di van çalakiyan de gelek çek û cepxane jî ji aliyê gerîlayê me ve hate rûxandin. Di derbarê vê çalakiyê de di demeke kurt de em ê agahiyan ji raya giştî re eşkere bikin. Di vê çalakiyê de 4 gerîlayên me jî gihîştine şahadetê.”
Piştî li dijî nokteyên leşkeriyê êrîşa çekdarî pêk hat, leşkeran li taxên Yenî û Emîr Şabanê li malan gule reşandin. Hate zanîn ku 3 guleyên roketan li malek endamê ÎHD’ê û 2 malên welatiyan ketin. Welatiyan, anîn ziman ku leşkeran gule li ser malên wan reşandine. Her wiha hate îdîakirin ku di pevçûna li çoltarên bajaroka Fahranê ya Çewlîkê de 9 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane. Hat îdiakirin ku 2 jê birîndar 3 kes jî bi saxî hatine girtin. 2 kesên birîndar hatin girtin emeliyat kirin. Dîsa hate hînbûn navê birîndaran Diren Yaşa û Oktay Mert e. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku 2 rojin li sêgoşeya navçeyên Karaz, Hênê û Pîranê amadekariyên operasyonê tên kirin. Di çarçoveya amadekariyên operasyonê de sewqîyata leşkerî tên kirin.
Li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî yekîneyên leşkerî êrîşek pêk hat. Hat gotin ku di êrîşê de leşkerekî jiyana xwe ji dest da û 7 leşker jî bîrîndar bûn. Li gorî agahiyan pêr saet di 02.00’yan de gerîlayên HPG’e li navçeya Çelê ya Colemêrgê dijî 10 nokteyên leşkeriyê çalakî lidarxistin. Piştî çalakiya li dijî Fermandariya Cendirmeyan a navçeyê, Midûriyeta Polîsan a navçeyê, lojmanên polîsan û gelek baregehên leşkeriyê pevçûn derket. Pevçûnan heta serê sibê berdewam kir.
Piştî peveçûnê welatiyan diyar kir ku leşkeriyê ketober derdor daye ber guleyan. Welatiyan diyar kirin ku leşkerên Cendirmeyên navçeyê li taxên Emîr Şaban ketober gule li derdorê barandin. Welatiyan, anîn ziman ku li taxa Yenî û Emir Şabanê mal bûne hedefa guleyên roket û guleyan. Welatiyan, destnîşan kir ku piştî pevçûnê ceyranên navçeyê qut bûn û mala endamê ÎHD’ê Naif Kara û welatiyê bi navê Mehmet Tugay bûne hedefa guleyên roketê. Di êrîşa leşkeran de mala Abdullah Kanat bû hedefa gulebarandina leşkeran. Hate zanîn ku guleyên leşkeran li gelek malên din jî ketine.

Li Çawlîkê şer 

Li bajaroka Fahranê ya Çewlîkê li dijî herêmên Kos û Karevê operasyoneke bi piştgiriya balafirên şer hate lidarxistin. Hate îdîakirin ku di navbera leşker û tîmên taybet û endamên HPG’ê de pevçûn derket û di pevçûnê de 9 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan. Hate îdîakirin ku 2 jê bi birîndarî 3 kes hatin girtin. Hate gotin ku di pevçûnê de hinek endamên HPG’ê yên birîndar ji bo ku neyên girtin bombe bi xwe de teqandine. Hate hînbûn ku ji endamên HPG’ê yên jiyana xwe ji dest dan yek ji gundê Çevlîgişmen ê navçeya Kanîreşê ya Çewlîkê Mehmet Aksoy (Piling) e û yek jî ji mezraya Xişxişoka gundê Hasanova ya Kanîreşê ye. Hate gotin ku 2 endamê yên birîndar anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîkê.
Hate gotin ku 2 endamê yên birîndar anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîkê û emeliyat kirin. Hate zanîn ku kesên birîndra bûne endamê HPG’ê Dîren Yaşa û Oktay Mert e. Hate zanîn ku rewşa Oktay Mert giran e. Der barê kesên bi saxî hatin girtin de jî agahî nehat girtin.

Operasyona leşkerî

Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmê, hate diyarkirin ku 2 roj in li sêgoşeya navçeyên Karaz, Hênê û Pîranî sevkîyata leşkerî tê kirin. Welatiyên herêmê diyar kirin ku 2 roj in amadekariyên operasyonê tê kirin û di çarçoveya operasyonê de sewqîyata leşkerî, tîmên taybet û yekîneyên taybet tên kirin.

 COLEMÊRG / ÇEWLÎK / BÊHDÎNAN