Di encama pevçûna di navbera leşkerên Tirk û gerîlayên HPG’ê de 2 çawîşên pispor hatin kuştin û 3 çawîşên pispor jî birîndar bûn. Dîsa operasyona ku li Dêrsimê bi tevlîbûna 2 hezar leşker û bi piştgiriya hewayî destpê kiriye her ku diçe tê berfirehkirin. Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê der barê çalakiyê de ev agahî da; “Di 11'ê Avrêlê de li derdora saet 03.30'an de li navçeya Agiriyê Bazîdê li bejahiya gundê Ortiliyê li dijî yekîneya artêşa dagirker a tirk ê derketiye operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 2 leşkerê dijmin ji aliyê gerîlayêm me ve hatiye kuştin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî bejahiya di navbera Gundên Çermê û Ortiliyê operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona li herêmê ber bi danê êvarî bêencam paş de vekişiyaye.”
Li gundê Mêrgeya navçeya Qilabana Şirnexê di navbera leşkerên derketine operasyonê û gerîlayên HPG’ê de pevçûn qewimî. Di pevçûnan de li gorî agahiyên destpêkê 2 çawîşên pispor mirin û 3 çawîşên pispor jî birîndar bûn. Leşkerên birîndar bi helîkopteran rakirin nexweşxana leşkerî ya Şirnexê. Li Dêrsimê roja 9'ê Nîsanê bi tevlîbûan 2 hezar leşkerên yekîneya taybet û piştgiriya hewayî operasyoneke berfireh hat destpêkirin. Operasyona ku li sêgoşeya Qislê, Pilûmeriyê û Pulurê destpê kiriye her ku diçe bê dorfirehkirin. Li gorî agahiyên hatine bidest xistin yekîneyên taybet li herêma operasyonê kemîn avêtine. Lê der heqê pevçûnan de tu agahî nehatin bidest xistin.
ANF/BEHDÎNAN