Li gor agahiyên HPG’ê, 13’ê Tîrmehê saet 06.00’an hêzên gerîlayan li dijî qereqola Bîlîcan a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê ji çar baskan bi çekên ferdî, navîn û giran ve çalakiyek li dar xistin.
Di vê çalakiyê de hêzên gerîlayan kulubeyên nobedê kirin hedef û di encama lêdanên xurt de 4 leşker hatin kuştin.
HPG’ê têkîldarî encamên çalakiyên din jî ev agahî dan:
“13’ê Tîrmehê saet 11.00’an hêzên me li ser girê Şehîdan ê li qada navçeya Qileban a Şirnexê çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de şerekî demkurt qewimiye. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin. Li gel vê, hêzên me bi çekên giran li gir dane. Tanka ku li vir hate hedefkirin hate îmhakirin û 3 leşker jî hatin kuştin.
10’ê Tîrmehê saet 16.30’an yekîneyek gerîlayên me ku ji 4 kesan pêk dihat, dema li navçeya Qoser a Mêrdînê li ser wezîfeyekê bû, bi Tîmên Taybet ên Polîsan re dikevin şer. Di vî şerî de 3 endamên tîmên taybet hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn. Her wiha, me dabû xuyakirin ku 4 hevalên me şehîd ketine. Ji ber agahiyên nasnemeyên hevalên me nehatibûn zelalkirin, me ev nedabû xuyakirin. Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ne:
Nasnav: Welat Semsûr
Nav û Paşnav: Mehmet Kûlbay
Cihê Jidayikbûnê: Semsûr
Navê Dayik-Bav: Hanim - Abûzer
Dîrok û Cihê Şehadetê: 10’ê Tîrmeha 2016’an / Mêrdîn
Çalakiyên Çewlik, Tatwan û Wanê
13’ê Tîrmehê saet 22.30’an hêzên me li dijî stasyona bazê ya Turkcellê ku li ser rêya bajarokê Servî yê girêdayî navçeya Dara Hênê ya Çewlikê bû, çalakiya sabotajê li dar xistin û ev stasyona bazê rûxandin.
14’ê Tîrmehê saet 06.00’an hêzên me kemîn danîn ber wesayîta ku ji qereqola Kotom a girêdayî navçeya Tetwan a Bedlîsê derdiket û bi çekên ferdî lê dan. Hejmara dijminê mirî û birîndar ên dijmin nehate zelalkirin.
13’ê Tîrmehê saet 19.00’an hêzên me li dijî wesayîta bi tîpa Reo ya ku li mintiqa Kirê Sariksû ya girêdayî navçeya Ebex a Wanê obus hilgirtibû, bi çekên navîn û ferdî çalakî li dar xistin. Ev wesayît hate derbkirin, hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin.
9’ê Tîrmehê li dijî qereqola Pay a Wanê çalakî hatibû lidarxistin. Li gor agahiyên hatin bidestxistin, serpelek û berbazekî li qereqolê jî hatine kuştin.
ANF/BEHDÎNAN