
HPG’ê 5 gerîlayên li Mêrdînê jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bibîr anî û got, “Ji bo pêkanîna xewn û xeyalên şehîdên xwe, em ê bi biryardarî têbikoşin.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, li ser nasnameya 5 gerîlayên roja 29’ê Mijdarê li Omerya jiyana xwe ji dest dan, daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Roja 29’ê Mijdarê, artêşa Tirk li bejahiya Omerya ya Mêrdînê dest bi operasyoneke berfireh kir. Di vê operasyonê de, yekîneyeke me ya gerîla ya bi fermandariya hevalê me Seyîd li dijî dijmin şer kir. Di vî şerî de 5 hevalên me şehîd bûn.”
Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Hevrê Seyîd salên dûr û dirêj di nava refên PKK’ê de kedeke mezin da û xurtî têkoşiya. Di serî de herêmên Mêrdîn û Botanê, li gelek eyaletên Herêmên Parastinê yên Medyayê, di asta rêveberiyê de bi erka xwe rabû. Bi erka ku li Akademiya Şehîd Mahîr pê rabû, ji bo afirandina hêzeke gerîla ya profesyonel kedeke mezin da û bi sedan hevrêyên xwe kir xwedî rêbaz û taktîka gerîlatiya 24 saetan. Xebatên perwerdeyê bi rengekî gelekî hesas meşand. Tevî hevrê Seyîd, hevrêyên me Rêber, Tîrêj (Halîl Tekîn), Serhat (Etkîn Yilmaz) û Dilovan (Mehmet Vesek) dema bi erka xwe ya milîtaniya şoreşger radibûn, tevlî karwanê şehîdan bûn.
Em her pênc hevrêyên xwe yên şehîd bûne bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin û ji bo bi serxistina doza wan a azadiyê ya pîroz û bicihanîna xeyalên şehîdên me, em ê bi birdarî têbikoşin û bi bîranînên wan re dilsoz bin.”
Nasnav: Tîrêj Amed
Nav paşnav: Halîl Tekîn
Cihê ji dayikbûnê: Riha
Dayik-Bav: Halîme-Îbrahîm
Dem û cihê şehadetê: 29’ê Mijdara 2016 / Mêrdîn
***
Nasnav: Rêber
Dem û cihê şehadetê: 29’ê Mijdara 2016 / Mêrdîn
Nasnav: Seyîd Riza Gelhat
Nav paşnav: Hasan Tûran
Cihê ji dayikbûnê: Îzmîr
Dayik-Bav: Rahîme-Azîz
Dem û cihê şehadetê: 29’ê Mijdara 2016 / Mêrdîn
Nasnav: Serhat Qoser
Nav paşnav: Etkîn Yilmaz
Cihê ji dayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Yusra-Necmettîn
Dem û cihê şehadetê: 29’ê Mijdara 2016 / Mêrdîn
Nasnav: Dilovan Botan
Nav paşnav: Mehmet Vesek
Cihê ji dayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Maşallah-Tahsîn
Dem û cihê şehadetê: 29’ê Mijdara 2016 / Mêrdîn