Ji bo ciwanên li girtîgehan, ji aliyê Komeleya Civaka Sivîl a Sîstema Înfazê ya Cezayê, di çarçoveya xebata “Li Girtîgehê Ciwan Hene” de têkîldarî ciwanên li girtîgehan, belgefilmeke 50 deqîqeyî hat amadekirin. Armanca belgefîlmê ew e ku ji bo 50 hezar ciwanên ku temenên wan 12-25 salî ye hassasiyetekê çêke. Fîlm hefteya bihurî li Zanîngeha Bogazîçiyê derket pêşberî xwendekaran. 

Di belgefîlmê de bi 5 ciwanên Roman, Kurd û Tirk ên ji girtêgehê derketine, parêzerên wan, rêxistinên civakî yên sivîl û pisporan re hevdîtin hat kirin. Derhênêrê fîlmê jî Esîn Tepe ye ku di rojnameyan de nûçegihanî û edîtorî kiriye. Mijara belgefîlmê binpêkirinên mafan in ku 5 ciwan li girtîgehê rû bi rû mane. 

Pirs tenê ne bes e

Derhêner Esîn Tepe têkîldarî belgefîlmê got, gotina “li girtîgehan ciwan hene” ne bes e û wiha peyivî: “Ciwan çima li hundir in, bi çi dijîn, çi dixwazin? Bi hepskirinê çi tê çareserkirin, dibe sedema çi neyîniyan, ji ber vê, min ev belgefîlm çêkir.” 

‘Me di 2 mehan de çêkir‘

Tepe destnîşan kir ku bi ekîbeke ji 10 kesan, wan belgefîlm çêkiriye û wiha dewam kir: “Gelek kes bi dildarî xebitîn. Me di nava 2 mehan de ev belgefîlm çêkir. Me got, ciwanên li girtîgehan dikarin rewşa yên li girtîgehan baş vebêjin. Me bi kesên ji girtîgehan derketî re hevdîtin pêk anîn. Lê em hinekî kêm man. Me nekarî dîmenê girtîgehekê ji hundir ve bigirin. Me nekarî bi girtiyekî ciwan ê li girtîgehê re hevdîtinê pêk bînin. Lêgerîna me ya gardiyanan çêbû. Lê bi fikar nêzîk bûn û hevpeyvîn qebûl nekirin.“

‘Me ji 5 ciwanan pirsî’

Tepe têkîldarî naveroka belgefîlmê jî wiha peyivî: “5 kesên tehlîyebûyî me di nava rojê de şopandin. Li girtigehê çi hatiye serê wan, di bin kîjan şertan de hatine girtin, me li wan guhdarî kir. Me pirsa, divê çi bê kirin, ji wan kir, wan jî bersiv da. Mînak me pirsa, heke bixwazî li girtîgehê tiştekî biguherînî tu dê çi biguherînî ji wan kir. Hinekan got, rengê dîwaran, hinekan got, min ê diwar hilweşanda, navê girtîgehan biguheranda. Me baweriya bi edaletê ji wan pirsî. Yekî bi tenê ji wan jî baweriyê bi edelatê naîne.”

‘Divê girtîgehên zarokan hemû bên girtin’

Tepe anî ziman ku dema tê gotin girtîgeh, girtiyên siyasî û edlî tên hişê mirovan û wiha dewam kir: “Zarok bûn, mezin bûn... Ev cudatî nayê kirin. Ji ber ku wisa ye, wekî mezinan nêzîkî zarokan jî dibin. Di hevdîtinan de nêrîna hevpar ew bû ku girtîgehên zarokan bên girtin.” 


 STENBOL