Plana Wezîra Parastinê ya Elmanyayê Ursula von der Leyen a vekişandina yekîneya eskerî ya Elman a ji Încîrlîkê li Desteya Wezîran hate pejirandin. Her çendî eskerên Elman bi biryara Meclîsê ya Federal ji bo Încîrlîkê hatibûn şandin jî, di biryarnameyê de ji ber ku navê baregehê derbas nedibû, dihate gotin biryar ku tenê ji hêla hikûmetê ve were standin bes e. Lê bi sedema ku hêzên çekdar ên Elmanyayê ‘artêşa parlamenê’ ne, hikûmeta Elman dikare parlamenê jî tevlî nava vê biryarê bike.
Raportorê Hêzên Çekdar ê Meclîsa Federal Hans-Peter Bartels beriya biryarê daxuyanî dabû, ji bo ku biryara têkildarî Încîrlîkê rayeyên parlamentê têkildar dike, gotibû, divê parlamenter jî tevlî biryarê werin kirin.
Serokê Koma Meclîsê ya Partiya Keskan a Elman Anton Hofreiter û Serokê Koma Partiya Çepgir Dietmar Bartsch jî heman tişt gotin.
Hevserokê Partiya Keskan Cem Ozdemîr jî ji Koma Funke Medya re got, divê Elmanya êdî ti veberhênanê li baregeha Încîrlîkê neke.
Herçî NATO ye, ji ber ku lihevhatin çênebû xemgîniya xwe diyar kir. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî got, “Mijareke di navbera wan de ye” û şîrove nekir.
Herçî partiyên endamên parlemana federal a Elman in, hemû alîgirên cihguhertina yekîneya Elman ji Tirkiyeyê ne, lê belê Partiya Çep (Die Linke) gavekê jê û wêde diavêje û dixwaze ku eskerên Elman vekişin û vegerin Elmanyayê. Ji ber ku di teoriyê de biryareke parlemanê ji bo cihguhertinê ne pêwîst e, piştî biryara desteya wezîran, cihê yekîneya Elman dikare ji Tirkiyeyê bête veguheztin. Ji ber ku rûniştina bê ya meclîsa Elman di 21´ê Hezîranê de ye, muhtemel artêş û hikûmet wê heta hingê nesekionin û dest bi cihguhertina yekîneya eskerên Elman bikin. Elmanya bi giştî wê 250 esker, 6 balefirên şer ên tîpa Tornado û balefireke sotemeniyê ya ku li hewayê sotemeniya balefiran tedarîk dike, bi giştî 200 konteynirî veguhezîne.
Hawîrdora Kelha Al-Asrak ji sala 1918´an ve weke erdekî danîn û rakirina balefiran hatiye bikaranîn. Salên 1970´yî ev der weke baregeheke eskerî ya hêzên hewayî tê berfirehkirin. Ji niha ve jî weke baregeh û biryargeheke şerê li dijî DAIŞ´ê tê bikaranîn.
Li gorî rayedaran veguheztina yekîneya eskerî ya Elman a ku beşek ji koalisyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ´ê ye, wê çend hefteyan dewam bike. Aliyên eskerî yên Elman ên eskerî bi giştî dibêjin, veguheztina yekîneyê gelek hefteyan dewam dike, gelek pere lê diçin, eskerî ti maneya wê nîne, lê em neçar in vê bikin.
BERLÎN