Çalakî û xebatên ji bo di referandûmê de dayîna dengê ‘NA’ li Ewrûpayê didomin. Di bin sîwana van xebatan de duh li ber avahiya şaredariya Pîsa a Îtalyayê azadiya Ocalan hat xwestin. Her wiha li  Cenevreyê Swîsre li dijî dîktatoriya Erdagan banga ‘NA’ hat kirin.

PÎSA

Li bajarê Îtalya Pîsa yê Komîteya Kurd û dostên Kurdan li ber avahiya şaredariya Pîsayê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniya çapemeniyê de banga berdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Parlamenterên HDP’ê û hemû girtiyên siyasî hat kirin. Serokê Şaredariyê û Endamên Meclîsê pankarta bi navê ‘Ji bo Rêber Ocalan azadî, Ji bo Parlamenterên HDP’ê azadî û ji Kurdistanê re aşîtî ‘ piştgirî da. Çalakgeran diyar kirin ku wê pankart 2 hefteyan daleqandî bimîne, her wiha bang li raya giştî hat kirin ku bi hev re  li dijî faşîzma Erdogan helwest were nîşandan. Di heman rojê de Şervanê YPG’ê Davide Grasso li Zanîngeha Pîsa bi 150 xwendekarî  re civînek li dar xist. Davide Grasso behsa Şoreşa Rojava û avakirina Konfederalîzma Demokratîk kir û got ku li dijî DAIŞ‘ê gelek serketin bidest xistine. Grasso diyar kir ku pêwîst e welatên Ewrûpa li dijî DAIŞ’ê helwest nîşan bidin.

Bêjîn NA 

Li Cenevreya Swîsreyê bi tevlîbûna Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyîldiz û Parlamentera Wanê Tûgba Hezer civîneke gel di derbarê rojeva siyasî û referandûmê de hat lidarxistin.,Civîn bi tevlîbûna bi dehan Kurdistanî pêk hat, civîn li salona Mahatma Gandhî bi deqeyek rêzgirtin ji bo şehîdên şoreşê dest pê kir. Di civîna gel de Faysel Sariyîldiz axivî û balkişand ser tekoşîna li dijî rejîma dîkta ya Erdogan û AKP’ê û behsa giringiya berxwedana Kobanê, Sur û Cizirê kir. Sariyîldiz wiha domand; “Rejîma AKP’ê û Erdogan ji bo ku li qada navnetewî neyên darizandin sistema yek zilamiyê dixwazin bînin Tirkiyeyê. Dixwazin bi sîstema serokatiyê sîstema dîktatoriyê qanûnî bikin. Bi karanîna dengê NA ya di referandûma 16’ê Nîsanê de ji hilbijartinên 7’ê Hezîran û 1’ê Mijdarê giringtir e.”Parlamentera HDP’ê ya Wanê Tûgba Hezer jî axivî û  balkişand ser tekoşîna rolê jinan ya dijî sistema înkar û îmhayê ya Erdogan û AKP’ê û wiha got; “Bi rêxistinî û bi biryardarî em ê ji bo referandûma ku di 16’ê Nîsanê de ji bo dîktatoriyê tê kirin bêjîn NA û em ê vê sistema qirêj bigûherînin.’’

Bernameya çalakiyan

Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Fransayê (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd li Fransayê, ji bo meş û mîtîngên bi pêşengiya Platforma Na ya Fransayê bên lidarxistin, banga tevlîbûnê kirin.

Di daxuyaniyê de bang li gelê Kurd, kes û saxiyên demokrat û şoreşger ên li Fransayê hat kirin, ku tevlî van çalakiyan bibin:


BERNAMEYA ÇALAKIYAN

PARÎS
4’ê Adarê
Saet: 14.00 
Cih: Gare de l’est

BORDEAÛX
Cih: Pêşiya Şaredariyê
Saet: 14.00 

MARSÎLYA
5’ê Adarê
Tûra li nava bajarê Marînîanê
Saet: 17.00

MARSÎLYA
11’ê Adarê
Meşa li Place Cenebîerê
Saet: 14.00



NAVENDA NÛÇEYAN