Kordînasyona Jin a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê şevê din ji bo roja têkoşna li hemberî tundiya li ser jinê li bajarokê Rimêlan şahiyek lidar xist. Şahî bi beşdariya dehan jinan û nûnerên saziyan li Navenda Çand û Huner a Aramê Tîgran hat organîzekirin.

Şahiya 25’ê Mijdarê bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Ji rêveberên Rêxistina Yekîtiya Star Şehnaz Ebdo axaftina destpêkê kir û derbarê tundiya li ser jinê hatiye meşandin de, her wiha têkoşîna li hemberî vê tundiyê tê kirin, de axivî.

Şehnaz got ku jina Rojava di hemû ware xebatê de cih girtiye û pêşketinên berbiçav jiyan dike, her wiha têkoşîna xwe ya bidawîkirina hişmendiya desthilatdar a baviksalariyê dewam dike. Şehnaz bûyera kuştina xuşkên Mirabal ku ji aliyê heman hişmendiyê ve hatiye pîlankirin bibîr xist.

Paşê Koma Şano ya Hêvî hin berhemên xwe ku rastiya zordariya li ser jinê derdixe holê, pêşan da. Koma Jinên Kantona Cizîrê ya girêdayî Tevgera Çand û Huner a Demorkatîk jî hin stranên şoreşgeriya jinê pêşkêş kir.  


 GIRKÊ LEGÊ