
AZÎZ OGUR
Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye û ev rastî her roj xwe bêhtir darîçav dike. Jin li hemberî hovîtiya DAIŞ´ê li bereyê bi qehremanî şer kir, şer dike. Lê di vê Şoreşê de jin li her warê jiyanê cihê xwe digire; li Rojava di tevahiya saziyan de bunye nîvî bi nîvî jinan pêk tê. Ji polîsê trafîkê heta bi asayîşê, ji meclîsên rêveber heta bi komîsyonên federaliya demokratîk, ev rewş bi heman rengî ye.

Bi alîkariya hevalên li Akademiya Çapemeniyê ya Şehîd Faîq a li Qamişloyê, ji bo em xebatên avakirina gundê jinan Jinwarê bibînin, em didin rê. Gund li devera Dibesiyê ye û qederê saetekê dûrî Qamişloyê ye. Li ser rêya di navbera Serêkaniyê û Kobanê de ye. Rê diber dîwarê şermê yê dewleta Tirk heye ku bi armanca ji hev qutkirina Rojava û Bakur hatiye lêkirin.
Piştî ku em qederê 10 kîlometroyan ji dirbesiyê dibihurin ber bi aliyê Kobanê ve, lewhayeke li ser “Gundê Jinê”, “Jin Bingeha Jiyanê ye” aliyê çepê yê rê nîşanî me dide.
Gund 2 kîlometro û nîvan dûrî rê li paleke girekî hatiye çêkirin. Di destpêka gundî de baxçeyên çandî û darên çandî li ber çavên mirovî dikevin. Rê xirabe ye, lê hevalê Hawar ê ku erebeyî diajo, dibêje, “Ka bila avakirina gund temam bibe, tu hingê binihêre ew ê rê jî û tiştên din jî bidin çêkirin.”
Di ketina gund de bi tîpên boyaxkirî JINWAR dinivîse. Ji ber ku em nîvrojê digihêjin wir, hem koma li wir ûş hem jî karkerên avahîsaziyê bi hev re firavînê dixwin. Pêşî Nahîde te ku bi mekîneyên kar re elaqedar dibe, “Heta beriya bi sê salan ez xwînereke Yeni Ozgur Politika ya baş bû, cihê kêfxweşiyê tu li vir î.” Dibêje ku min karê xwe qedand ez ê bêm cem te.
Nûjîna Elman a Kurdîaxêv, dibêje, “Ka em pêşî li gund bigerin.” Ew rêberiya me dike. Xaniyên ku banê wan jî temam bûyî hene. Xanî ne weke hev mezin hatine çêkirin; hin sê ode ne, hin çar ode ne. Malzemeya sereke kerpîç û dar e, lê belê ji bo nava midbex û serşokê beton hatiye bikaranîn. Ji derve ve dîwarê xaniyan heta bi metroyekê bi betonê hatiye sîwaxkirin ji bo ku xwe bêhtir li ber demê bigirin. Bi her halî di kela germa havînê de jî xanbiyên kerpîç hînik in.
Ha û ha kar dikin. Di xaniyên ku avahisazî bi dawî bûye, elektrîkvan dixebitin, li deverên din hîn dîwar lê tên kirin; li cihekî hinekî li derveyî gund de jî kerpîçên tên ziwakirin xuya dikin. Beriya gera me biqede ji bo avahiyeke du qatî a li ber çavên me ketî, bersiveke em ne li bendê tê; karkeran ji bo ku xwe lê biceribînin bi kerpîça zêde xaniyekî duqatî lêkiriye.
Nahîdeya ku temamê karê wê ev Jinwar e, paşê ji bo hevpeyvînê amade ye.

Cenabê te ji Ingilistanê hatiye Rojava. Gelo projeya Gundê Jinê tu aniyî vir?
Ev sê sal in ez li Rojava me û di pêvajoya şoreşê de dixwazim xizmetê bikim. Hatina min û mana min bi dildarî bû. Ya rastî armanca min a htineê ew bû ku ez beşdarî şoreşê bibim, bibim şoreşger. Di pêvajoyên Şengal û Kobanê de min biryar da bêm Rojava. Ne li ser projeya Gundê Jinê. Jixwe, dema ku ez nû hatibûm, şert û mercên projeyeke bi vî rengî nebûn jî.
Li deverên nêzîk şer hebû. Xebat bi pirranî li ser berxwedan û parastinê bûn. Ji ber pirsgirêka ewlekariyê projeyeke bi vî rengî zehmet bû ku bikeve rojevê.
Lê tevî vê jî di rojeva me de Gundê Jinê hebû. Çi, çawa dikare bê kirin, me li ser vê minaqeşe dikirin. Bi demê re dan û standina fikr veguherî projeyeke şênber. Û di encama minaqeşe, hevdîtin û xebateke zêde de va ye em gihiştin vê qonaxê. Biryara min a herî rast ew bû ku ez bên Rojava. Hesteke ecêb e, mirov li vir be û her roj hilberîne. Hûn dizanin, mirov bi xwe serfiraz be, tiştekî din ê weke vê xweş nîne.

Dema ku projeya gundê jinê yê weke Jinwar tê formulekirin, ji teoriyê daket meydana pratîkê, çi pirsgirêk derketin pêşiyê?
Ez behsa pirsgirêkên cografî bikim destpêkê; di warê av, heşînayî, rê de cihên guncawtir hebûn. Lê belê ji ber pirsgirêka ewlekariyê, em ew dever guncaw nedîtin. Ya diduyê jî, ya ku li vir tê avakirin ne gundek e, em behsa şoreşa zêhniyetê dikin.
Dema ku ev îrade bi hêza xwe derket holê, helbet wê bi bi zêhniyet û statukoya heyî re wê şer bike. Di vî şerî de nakokî wê bidin der. Mesela dibêjin, çima gundê jinê? Yan jî dibirsin, hûnê ewlekariyê çawa misoger bikin? Ma mêr jî wê karibin biçin wir? Û bi dehan pirsên mîna van.
Ji bo zêhniyeta heyî ya civakî ev normal xuya be jî, dema ku em li gorî paradîgmaya xwe ya jiyanê lê binihêrin, em dibînin ku ev pirs pûç û vala ne.
Baş e heger gundekî mêra bê avakirin, ma wê pirsgirêka wê ya ewlekaroyê nebe?
Projeya Gundê Jinan yan jî Jinwar çi ye? Maneya wê çi ye?
Rojava Şoreşa Jinê ye. Helwêsteke rast nîne ku em li têgehên şer û jinê tenê di peywenda şer û bereyê de binihêrin. Ya rastî şerê jinê yê di nava jiyanê de zehmettir e. Em behsa pêvajoyeke qalibgirtî dikin ya ku bi pênc hezar salan tê îfadekirin. Heger jin bi temamî tine bibûya, me nekarî roja me ya îro behsa rabûna ser piyan, beşdarbûnê bikira.
Ya ku niha diqewime, ya tê kirin, ya esas rabûna ser piyan a mêşmirîbûna 5 hezar salan e. Gundê Jinê bi temamî rabûneke ser piyan a dîrokî ye. Ango ew ne sînordar e bi, de rabin em ava bikin, bila xanî hebin, jin bên, û lê bijîn.
Bi her gava em li vir diavêjin, her kevirê ku em ji cih dilebitînin, bi her tiştî re bi her gavê re, em li gava bê difikirin, li pêvajoya li pêşiya xwe difikirin. Kêlî bi kêlî em bi vê pêvajoya dîrokî dijîn. Jinwar yan jî Projeya Gundê Jinê, îfadekirina li ber çavên civakê ya rabûna ser piyan a jinê ye. Jiyana ku wê li vir bê avakirin wê li pêşberî tevahiya jinan û li ber çavên temamê dinayayê wê biqewime.

Xebatên darîçav ên projeyê kengî dest pê kir?
Xebatên şênber ên elaqedarî projeyê par Îlonê dest pê kir. Hevdîtin, minaqeşe, destpêk hingê bû. Pêkhateyên Kongra Star, hevalên jin yên di şaredariyên gel de, hevalên ji Mala Jinê beşdarî vê pêvajoya minaqeşeyê bûn. Di van civînan de me rahişt mijarên, gundê jinê çi ye, çawa tê avakirin, çawa tê manedarkirin, jiyan çawa tê birêvebirin, aboriya wê divê çawa be, standartên jiyanê divê çi bin. Çawa ev pêvajo bi pêş ket, hingê jî mijarên çi kêm e, divê hîna çiyê din bê kirin, derketin pêşberî me.
Pê re jî damezrandina komîteyeke birêvebirina van karan pêwîst bû. Birêvebirina kar, kordînekirin, bi rêxistinkirin heye. Bi komîtebûnê re em derbasî beşa avakirinê bûn.
Karê komîteyê çi bû, yan jî kar çawa hat dabeşkirin?
Piştî damezrandina komîteyê, diyarkirinên heyatî çêbûn. Li ser wê proje hat xêzkirin. Helbet beriya xêzkirina projeyê pirsgirêka cih hebû. Ango erdê proje wê li ser ava bibe, wê li ku be. em li ber siva vê geriyan. Piştî ku me li gelk alternatîfan nihêrî me biryara vî cihî da. ev erd di dema rejîmê de xwedî statuya milkê xezîneya dewletê bû. Piştî ku rejîm ji herêmê hat derkirin, Meclîsa Aboriyê ya Dirbesiyê li van karan nihêrî. Meclîsê ev dever ji koperatîfan re veqetandibû. Li vir dar û baxçe hatibûn çandin û danîn. Dema ku me biryar da em gund li vir ava bikin, meclîsê bêyî ku dudilî bibe, ev der da me.
Ji bo ku hûn projeyeke li gorî vê erdê pêk bînin, we çi rê da ber xwe?
Erda gundî 200 donum e. Ji vê 35 donim bi kêra çandiniyê nayên. Ji ser ve ax hebe jî di binî re lat û zinar in. Me gundê hîna avahîsaziya wî dewam dike li ser wê erda bi kêra çandniyê nayê, ava kir. Me şert û mercên erd li ber çavan girtin û wiha dest bi avahîsaziyê kir. Bi dehan muhendîs, û pisporan re em peyivîn. Me fermî herî kêm 20 civîn bi rê ve birin. Gelek proje hatin ber me. Gelek proje hatin ber me, me yek ji wan jî bi temamî red nekir û me sentezek çêkir.

Qonaxa projeyê bi dewaî bû, yan hîna pêşniyaz dikarin bên kirin?
Pêvajoya avahîsaziyê dewam dike, lê em nabêjin, em ê ji sedî sed weke projeya me dayî ber xwe dewam bikin. Em nerm in û şert û mercên ambargoyê hene. Ev dikarin bikin ku em hin tiştan li gorî şertan û pêdiviyan biguherin. Gelek malzemeyên pêwîst hene û em wan nikarin peyde bikin.
Kerpîça ku esasê projeyê ye, destpêkê kengî hat birrîn?
Dema me kerpîça pêşî çêkir, me nedizanî ka me çi çêkiriye. Hevalên jin kerpîç çêkir, le me nedizanî, çiqas ka dikeve nav, kîjan ax divê bê bikaranîn. Her kes xwedî hinek tecrûbe bû û her kesî tiştek digot. Hinan digot, kaya we zirav e, hinan digot kaya xwe ziravtir bikin. Ango me, bi mejiyekî çelqbûyî dest bi çêkirina kerpîçê kir.
Me tevahiya pêşniyazan kir sentezek, û di encamê de tiştekî baş derket holê. Niha kerpîça me xwedî kalîteyeke gelekî baş e.
Bi navber du kerpîçan li deynin cem hev û li ser wê valahiya di nav wan de bi rengê ku li ser herdu kerpîçan bimîne kerpîçeke din deynin. Piştre xwe li ser wê hildin. Kerpîça me xwe digire.
Li gund wê çend xanî hebin, li derveyî xaniyan wê çi hebe?
Di destpêkê de hesabê me ew bû ku 50 xanî hebin. Ji ber xisleta deverê me biryar da ku 30 xanî bin. Ji bilî xaniyan, meydanên jiyana hevpar, dibistan, avahiya meclîsê, navenda tibe xwzayî, dikan, mêvanxane, kafeterya wê hebin. Dema em van jî bihesibînin, wê bi qasî ku me plankirî, avahî bên lêkirin.
Ango ev der wê nebe stargehek ji bo jinan , bi wî awayî klasîk ê tê zanîn!
Jinwar wê bibe jiyaneke ekolojîk, komunal û demokratîk. Demokratîkbûna wê bi avahiyeke bi meclîs birêvebirina wê ye. Ango kesên li vir wê di qonaxên biryardayîna tiştên bi jiyana wan re elaqedar de, beşdar bin. Meclîsa wê dê hebe, tevahiya biryaran wê bi beşdariya xelkê bên standin.
Ekolojîk bûn, ango hem jiyan û hem di hilberînê de li vir wê rêz ji hawîrdorê re bê girtin. Berhemên çandniya kîmyewî wê nekevin Jinwarê. Zibil wê bê bikaranîn. Jin wê bîreweriya xwe bi axê re bibe yek û bêyî ku zerarê bide xwezayê wê çandiniyê bike. Avadanî wê bi rêbaza dilopan bê kirin.

Ji bo Kurd, ciwan yan jî dostên li Ewrûpa cenabê te wê çi bibêje?
Bila li tiştekî romantîk nenihêrin. Bila li vbir nenihêrin û nebêjin, heval li wir karekî harîqulade dikin. Heger xwedî lê derdikevin, bila bên û vir bibînin.
Yên ku nikarin bên jî, gelek tişt hene ku dikarin bikin. Me çawa berê xwe dît û em hatin, ew jî dikarin vê bikin. Bi ya min wisa, pêdiviya wan jî pê nîne hinek ber bidin ber wan. Hinekî bi wicdanê xwe re û hinekî jî bi hestên xwe re bila bimînin, ka em binihêrin wê çi derkeve holê.
Ne şert e ku bên vir jî. Bila herin û behsa me bikin. Em destekeke madî jî naxwazin. Em hemû di nava heman paradîgmayê de cihê xwe digirin. Bila herin behsa xwe bikin. Bila li navendên bajaran kursiyan deynin, rahêjin mîkrofonan, megafonan û biqîrin. Ya ji her tiştî muhimtir jî ew e ku hewl bidin ji me fêm bikin, heger difikirin ji me fêm kirine, bila behsa me bikin. Ev ne daxwazeke pirr mezin e. Em dibêjin bila behsa xwe bikin. Dikarin vê modele, mînak, li Ewrûpayê jî pêk bînin. Li wir ewqas derfet hene, bila projeyên ku vê zîhniyetê bidin jiyîn bi pêş bixin.
Projeya avakirina qada jiyana jina azad

Endama komîteya rêveberiya karê avakirina Gundê Jinê (Jinwar) Rûmet têkildarî pêvajoya biryardayîn, avakirin û çawahiya projeyê de dibêje, “Jin dikarin cihekî alternatîf ê çawa ava bikin, û di xwezaya jinê de çi heye, me xwest em wê pêk bînin. Cihekî ekolojîk ê jin karibe xwe lê îfade bike, hate fikirîn. Yanî cihekî ku jin karibe bi îradeya xwe biryarê derbarê xwe de bide û pêk bîne, mîna hedef me da ber xwe.”
Her çî zanebûn û hêza jinê ye ku xwe divê xebatê de dide der, Rûmet dibêje, “Zanebûn û hilberêneriya jinê ye. Jinê binesaziya avakirinê amade kir, kar û xabetên avahîsaziyê meşandin. Li vê herêma, em Jinwarê lê ava dikin, gelek cih û wargeh ên bi navê jinan yên ji dîrokê hene. Li cihekî wisa avakirina vî cihî, watedar dibe. Yanî em raman û dîroka jinê bi rêbazên serdemî nûjen dikin.
Jixwe Jinwar di destpêkê de ji bo hevalên me yên jin ku hevjînên xwe di pêvajoya şoreşê de şehîd dan, hatiye avakirin. Yanî bi aliyekî xwe jî evder weke bersivdayina pêwistiya lezgîn a ji bo wan hevalên jin û zarokên şehîdan e. Dîsa gelek jinên mexdûr hene ku li vir karibin warekî jiyanê ji bo xwe vekin. Dîsa jinên zana, yên xwedî hêz ku dikarin pêşengiya vî karî bikin jî di bin sîwana vê projeyê de ne. Tevî Saziya Malbatên Şehîdan, saziyên di bin sîwana Kongra Star de jî pêşengiyê ji vî karî re dikin. Waqfa Jina Azad (WEJAR), Zanista jin Jineolojî, Dîplomasiya Jin, Qada Tenduriskiya Xwezayî ya hatibû sazkirin di vî karî re rol û berpirsiyarî girtin ser xwe.”
Gavek ji gavên Şoreya Rojava
Ka wê şêwazê jiyanê li Jinwar çawa be; “Em tevî daxwaz û pêwîstiya jinê, dixwazin mîna gaveke Şoreşa Rojihalata Navîn a jinê jî gavekê biavêjin û cihekî demokratîk ê alternatîf ava bikin. Pîvanên me yên demokratîk divê mîna yên sîstemê neyên fikirîn. Yanî wekheviya mutleq, zêhniyeta kapital û zêhniyeta desthilatdar, cinsiyetperestî, nijatperestî, em van red dikin. Pîvana me pîvana neteweya demokratîk e ku her netewe karibe xwe tê de îfade bike, xwe biparêze û herkes karibe li vir bi cîh bibe. Jinwar ne gundekî jina Kurd e, jinên ji neteweyên din jî dikarin li vir bi cîh bibin.”
Ji bo jiyana paşerojê Rûmet dibêje, “Heger bi hevokekê ez jiyana li vir ava bibe îfade bikim; ew jî avakirina jiyaneke derveyî cinsiyetperestiya civakî, derveyî neteweperestî, derveyî olperestiyê, derveyî zanistperestiya civakî û derveyî nêzîkatiya di nav hev de bi navê moderbûna bajarvanî, yanî jiyaneke demokratîk û ekolojîk hebe. Jiyaneke ku herkes karibe bi hêza xwe di nav de cih bigire.”
Avakirina alternatîfê ye
Ji bo jiyaneke bi vî rengî pêwistî helbet wê bi sazîbûneke taybet û dezgehan hebe; “Derveyî malan li vir wê dibistan hebe. Di vê dibistanê de jî wê perwerdeya alternatîf were dayîn. Dayikên werin gihiştin wê bi demê re êdî zarokên xwe perwerde bikin. Dîsa wê cihê tiba xwezayî hebe. Bi van dermanên xwezayî, di destpêkê de wê êşên xwe derman bikin, yên zêde jî bixin xizmeta civakê. Dîsa wê cihekî xebatên akademîk were vekirin. Di vê akademiyê de wê tevî jinên li vir pîvanên jiyanê werin diyar kirin. Yanî bersiva pirsa “Sosyalîteya vir wê çawa be” wê were lêkolîn.
Li derveyî vê mijarê wê xebatên ekolojîk hebin. Ziraatê ew ê bi xwe bikin. Ziraat û sewalvanî wê hebe. Ji bo vê qadê jî pêwistî bi avahî û dezgehan heye. Yek ji mijarên ku di akademiyê de were lêkolîn jî lêgerîhan hevnaskirina jin û mêr e.”
Em li destekê vekirî ne
Herçî bendewariyên ji xelkê li derveyî welat in, di hedê xwe de lê maqûl in: “Em ê gelek saziyan vekin li vir. Ji bo dibistan, akamedî û navenda tiba xwezayî, dîsa ji bo xabatên çandîniya ekolojîk, ji bo kafeterya jinê, an ji bo dukanan bi şeklê komî an takekesî, kesek yan jî koma kesan destekê bide, em li piştgiriya wan vekirî ne. Dikarin demdirêj an demkurt li vir beşdarî nav karê me bibin.
Ji bo sazî û dezgehên me yên derveyî welat û Ewrûpa her wiha ji bo yên li çar parçeye Kurdistanê û mirovên me yên xwedî hestên azadîxwaz, kesên ekolojîst, xwezaparêz û demokrat banga min ew e ku mîna dilopekê bê jî alîkariya moral an madî wê ji bo me gelekî watedar be û hêzê bidê me.”