Konferansa 2’emîn a Tevgera Jina Ciwan ên Şoreşger li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê bi beşdariya 200 delege û 50 mêvanan hate lidarxistin. Konferans piştî nîqaş û nirxandinên du rojan bi bi 15 biryar û hilbijartina 15 jinên ciwan ji bo kordînasyonê bi encam bû.

Di roja yekem a Konferansê de rapora salane ya Tevgera Jina Ciwan a Şoreşger hate xwendin.  Di raporê de rewşa siyasî û rêxistinî li Rojavayê Kurdistanê hebû. Nîqaş li ser kêmasî, astengî û zehmetiyên ku bi tevgerê re rû bi rû bûn û rêbaza çareserkirina wê hatin nîqaşkirin.
Di roja 2’emîn a konferansê de sazunameya Tevgera Jina Ciwan a Şoreşger ku navê tevgerê, kurte nav, sembola tevgerê, armancên tevgerê, mafên endaman, mercên endametiyê, rêxistin, kordînesyona herêman, kordînesyona giştî û zagonên giştî hatin nîqaş kirin.

Biryarên konferansê

Di konferansê de 15 biryarên girîng ên girêdayî Tevgerê hatin standin:
-  Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger bingeha jiyana azad bi Rêber Apo re doza hebûna jinên Kurd ên azad û xurtkirina xebatê xwe werdigire. Rêxistinên dijî hemû şêweyên êrîşan li ser jiyanê û azadiya Rêber Apo navenda hemû çalakiyên xwe esas digire.
-  “Nûnerê doza Kurdî Rêber Apo ye” hemû kar û çalakiyan bingeha xwe ji Rêber Apo werdig re.
-  Şehîd ‘’Leyla, Şîlan Efrîn, Sozdar Dêrik û Evîndar’’ wek sembola xebata jinên ciwan bêne dîtin û dê bingeha xebatên xwe ji van şehîdan bigre.
- Şehîd ‘’ Sakîna Cansiz, Fîdan Doxan û Leyla Şaylemez’’ ji xwe re pêşeng û sembola jinan azad dibîne.
-  Parastina hemû destkeftiyên şoreşa 19’ê Tîrmehê dike û li hember êrîşên li dijî wê derdikeve.
-  Avakirina komîteya parastina cewherî bingeh ji xwe re dikgre û li hember hemû êrîşên bê exlaq li ser jinan di dema şer û civakê de werdigire û parastina nirxên jinan û çespandina hebûna wê di civakê de dike .
-  Vekirina akadimiyekê bi navê Leyla Şaylemez (Ronahî).
-  Li dijî kuştina jinan, dujinî, zewaca di temenên biçûk de, îşkenceyên li ser jinê û qelen derdikeve û civakê li ser vê bingehê perwerde dike.
- Xwe berpirsyarê jinên ciwan dibîne û wan perwerde dike.
-  Divê cihekî jinên ciwan di çapemeniya ciwanên şoreşger ên nivîskî û dîdwarî de hebe.
- Ji bo sererastkirin huner, çand û werzîşa rast ku ketibû bin bandora kaptalîzma modern bixebite. Di vejîna çanda resen de xwe berpirsyar bibîne û li ser vê bingehê tîmên taybet bi jinan avabike.
-  Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger tevlêbûna jinên ciwan di nava refênYPJ’ê digre ser xwe.
- Bi jinên ciwan ên hemû pakhateyan re û bi taybet “Xiristiyan û Ereb” re têkilî werin xurtkirin.
-  Îdyolojiya rizgariya jinan li ser jinan were belavkirin
- Rêxistkirina jinan di nava civakê de.
Di konferansê de 15 endam hatine hilbijartin û dê nunertiya Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger li hemû herêmên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyayê bikin. Ev endam rola jinên ciwan li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyayê birêxistin dike.
Gotina konferansê ya dawiyê ji aliyê Yekîtiya Star hate kirin. Di axftinê de konferansa 2’emîn a jinên ciwan hate pîroz kirin. Yekîtiya Star diyar kir ku heta ku hemû biryarên konferansê bi cih werin dê pişgirtî û parastina jinên ciwan bike.
Di dawiya konferansê de hate diyarkirin ku dê jinên ciwan li ser riya şehîdan bimeşin û heta ku gelê Kurd bighêje azadiya xwe dê pişgirtiya YPJ û YPG’ê bê kirin.

ANHA/DÊRIK