
Daxuyaniya bi sergotara. "Ji Qirkirina Jinê ra", ji aliyê Seroka Meclîsa Gel a Wargeha Penaberan a Mexmûrê Selamet Erdogan ve hat xwendin. Erdogan, anî ziman ku ew di sedsala 21'an de ne, lê careke din di nav çalakiyên parastina maf, jiyan, mejî û bedena xwe de ne û wiha got: "Ji ber ku em jin, hîn ji mafên xwe bêpar in. Em hatine bêpar kirin. Li hember kiryarên li dijî jinê di nav Partiya Azadiya Jin a Kurdistanê PAJK'ê de pêngavên pir girîng hatine sazkirin û berdewam kirin. Em jin felsefeya jiyane ya mirovê azad Rêber Abdullah Ocalan ku dibêje: 'nêzîkatiya jinê di asta nêzîkatiya şoreke çandî de girtina dest a herî rast e. Divê jin ruh, beden û zanebûna xwe bi helwesta xwedawendekê biparêzin. Ez bang li jinan dikim: Jin dikarin bi zanebûna cewherî û vîna bihêz xwe biparêzin.' Em van gotinên Rêberê xwe dikin ronahiya jiyana xwe û di vê rojê de hemû kiryarên şîddeta li ser jinê şermezar, mehkûm û lanet dikin. Li hemberî van êrîş û tunekirinan bi sedema 25'ê Mijdarê em careke din soza derbaskirina van pêkanîn, kiryar û êrişên nû dikin. Li hember şîddet, destavêtin, lêdan, qirkirin, kuştin, tecrîdkirina jinan em hemû jinên azadîxwaz û têkoşêr dawetî doza têkoşînê dikin."
MEXMÛR