4’emîn Konferansa YJRK’ê bi dirûşmeya “Di Bîrdoziya Rizgariya Jinê de Kûr Bibin, Xewseriya Demokratîk Ava Bikin” pêk hat. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Konferans di pêvajoyek pir hesas de ku giştî cîhan û bi taybetî jî Rojhilata Navîn ber bi guhertin û veguhertinên cidî gav diavêje de, pêk hat. Guhertinên heyî di encama têkoşîna azadiyê ya gelan de pêk hatiye. Bi taybet di pêvajoya bihara gelan de jin ji Tunisê heta rojavayê Kurdistanê hêza pêşeng û berbiçav ya şoreşê bû, heta ya ku di vî şerî de herî zêde bedelên mezin da dîsa jin bû. Hem li qada serhildan û hem li qada şer li hember pergala deshilatdar, bi fedakarî û berxwedanek bêhempa têkoşîna azadîxwazî bilind kirin.”    


Kurd bi aloziyan re rû bi rû hiştin

Koordînasyona KJAR wiha got: “Îran jî weke yek ji welatên Rojhilata Navîn bi dasepandina siyaseta dij mirov û bi taybet li dijî jinê, civaka Îran û rojhilatê Kurdistanê bi alozî û qeyranên siyasî, civakî, aborî û çandî re rû bi rû hiştiye. Ev qeyrana heyî jî, ji binpêkirina mafê gelan û bi taybet jinê çavkanî digre. Bandora guhertin û veguhertinên herêm û cîhanê, her wisa alozî û nerazîbûna gelan ji pergal û siyaseta li Îranê bû sedema kû Îran li pêvajoya serokomariya Hesen Ruhanî de, formalîte jî be mijara guhertin û veguhertina civakî û bi taybet rewşa jinan bixe rojevê. Berdewamiya siyaseta înkar û qirkirinê, rêjeya kesên îdam kirî bi taybet hejmara kuştina  jinên Kurd balkêş bû, ew jî siyaseta heyî ya Îran li Kurdistan de bi awayekî aşkere diyar dike. Bi taybet ev nîqaş û guhertinên ku Hesen Ruhanî behs dikir di mijara jin de dewsa pêşkeftin, bi xwe re paşkeftin anî. Li hemberê ronbûna vê siyaseta dewleta Hesen Ruhanî, têkoşîn û nerazîbûna jinên rewşenbîr, aktîvîteyên cuda cuda, rojnamewan û parêzvanên mafê mirov û jinan hişmendiya kevneşop û paşveru ya komara îslamî ya îran, asta şiyar bûna jinan li hember rewşê heyî diyar dike; viya jî ji bo bihêz kirina xebat û têkoşîna wan dij bi hişmendiya heyî xalêkî pozotîf û girînge.”

Têkoşîna jinên têkoşêr

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Lê israrara jinên têkoşer û azadîxwaz li hember rejîma sîdare û dij bi jin ya komara îslamiya Îranê her berdewam bû. Weke  mînak mirov têkoşîna  Ş.ŞÎRÎN ELEMHULÎ li zîndanê, ji bo bi destxistina mafên bingehîn ya jiyana hemû jinên ku berxwedanî kir û hat darve kirin, ji nedîtî nayê girtin. Li berdewamiya siyaset û mîrateya heyî  li Îranê de Zeyneb Celalyan, Mehdiye Gulru  û bi deha jinên din ku navê wan nayê zanîn, bi berxwedanî û îradeya ku li hember îşkence diyar diken jiyana azad û rizgariya gelan diparêzin û tu cara teslîm nebûne. Li heman demê de siyaset û stratejiya xeta 3’yemîn ku li herêm de pêş keftiye, bi pêşengiya tevgera azadîxwaziya jinan dikare bingeha projeya çareserî û azadî ji bo hemû gelan û bi taybet jinan be.”

Li gor guherînê biryara nûbûnê
Lewma me weke YJRK li gor guhertin û veguhertinên giştî li cihan û Rojhilata navîn û rewşa heyî ya jin û civakê biryara ji nû ve damezrandin bi şêwazê pergala “komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistan (KJAR)” da. Taybet ji bo derbas kirina hemû pirsgirîkên civakî û siyasî kû rijîma komara îslam ya îran li hember têkoşîna azadîxwaziya jinan weke asteng çê kiriye û derfeta her cûre xebatên medenî li civak û jin girtiye, me demezrandina pergala demokratîk weke alternatîf ji bo azadiya jinan esas girt.  

Biryarên girîng yên konferansê

Komelgaha Jinên Azad a Rojhilat’ê Kurdistan’ê (KJAR) hemû jinên li Îran û Rojhilat’ê Kurdistan’ê hemêz dike û dibe nûnera rast ya têkoşîna azadîxwaziya jinan. komelgha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistan (KJAR) li ser bingehêkî wisa ku peyama aştî û demokrasî jinan re bide, hatiye damezrandin.
Li ser vê bingehê;

* KJAR, rêxistina sîwan a Tevgera Azadiya Jinê ya rojhilatê Kurdistan û Îranê ye.
* Ji pêkhateyên rêxistinkirî yên xwe bi armanca avakirin û parastina civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê, birêxistin dike û têdikoşe, pêk tê.
* Cûdahiya nasname, çand, bawerî û mezhebên netewî weke dewlemendiya civaka dîrokî dibîne; rêxistinên demokratîk û azad ên gelan, bawerî û çandan weke rêgeza bingehîn a netewa demokratîk dizane. Li ser bingeha hewcedariya tevahî qisim û ferdên civakê, girîngî bi rêxistinbûn û beşdarbûna demokratîk dide.
* Bi perspektîfa Kurdistana Xweser-Demokratîk û Îrana demokratîk, ji bo dana pejirandina statuya xweseriya demokratîk a gelê Kurd têdikoş e.
* Bi tevahî pêkhateyên zayendîperestiya civakî, dewletperest, netewperest, zanistperest û olperest yên hiyerarşîk û hişmendiya baviksalar re têdikoşe. Li hemen demê de bi armanca derbaskirina malbata kevneşop a weke amûreke desthilatdarî ya civaka baviksalar û pergala modernîteya kapîtalîst e, bi hişmendiya dike kole û milk re têdikoşe. Bi pêşxistina zanebûna pêşxistina hevjiyaneke azad û demokratîk ya malbatekî ku  azadiya jin û zilam hedef dike, esas digire.
l KJAR pergala xwe ya konfederal, li qadan ser her cure rêxistinbûn û sazîbûnên weke komîn, komîte, meclis, akademî, koperatîf, weqif, komale û hwd. ve birêxistin dike. Bi xwe sipartina rêxistinên xwecihî yên demokratîk re siyaseta demokratîk û sazîbûnan pêş dixe.
* KJAR li hemû qadên xebat û pergala demokratîk de, pergala hevseroktî pêşwazî dike û li hemû mekanîzmaya rêxistinî a civakê de esas digre.
* Xeta parastina rewa ya KJAR li ser bingeha pirensîpa parastina cewherî xwedî li nirx û deskeftên jin û civak derdikeve. Di vê çarçove de her cure şîdet kû sinira parastina rewa derbas dike, red dike. 

ANF/BEHDÎNAN