Daxuyanî li berdem Baxê gîştî ji aliyê Pilatforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê ve hat dayîn. Platformê di heman demê de darvekirina Şirîn Elemhûyî ji aliyê rejima Îranê ve û bûyera tecawîzê ya li Hewlêrê şermezar kirin. Daxuyanî ji aliyê Zeyneb Bayezîd ve hate xwendin û balkişande ser tundî tujiya li ser jinê ku her roj zêde dibe û got: “sîstema baviksalarî bi hezaran sale li ser jinê tê ferz kirin. Tevî hebûna saziyên mafê mirovan li cîhanê jî lê mafê mirovan li her derê tê binpêkirin, rêz li namey mafê mirov nayê girtin, rojane termê jinan li kuçe û kolanan tê dîtin, lê belê kes xwedî lê dernakeve û em baş dizanin ku her êrîşeke li ser jinan, pêre êrîşên li ser civakê zêdedibin û mirovatî dikeve xeterê."


Tecawiza li Hewlêrê şermezar kirin
Zeyneb bibîrxist ku jineke weke Sakîne Cansiz , Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku ji ber tekoşînên xwe ên ji bo azadiyê û tevahiya malbata mirovahiyê dikirin, bi komployeke mezin ji hêla dewleta faşîst a Fransa û her wiha Tirkiyeyê ve hatine qetilkirin em bi tundî şermezar û nelet dikin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Şirîn Elemhûlî, Şehla û Nesrîn Keebî ji ber ku tenê ji bo azadiyê û mafê jinê têkoşiyane hatine bi darvekirin.

Li Diyana semîner
Li navçeya Diyana bi beşdarbuna gelek welatî û jinên navçeyê di bin pêşengiya Kovara Rojî Wilat de, bi armanca salvegera komkujiya Parîsê seminer hat dayîn. Di semînerê de endama RJAK’ê Zeynep Germiyanî li ser girîngiya Cansiz, Dogan û Şaylemez axivî. Herwisa di semînerê de komkujiya Parîsê bi awayek tund hat şermezar kirin. Li navçeya Diyana a girêdayî Hewlêrê jî bi boneya salvegera komkujiya Parîsê semîner hat dayîn. Semîner bi rêzgirtina ji bo kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji destdaye û bi taybet ji bo Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hat destpêkirin. Semînera ku gelek welatî, rojnamevan, rewşenbîr û çînên din yên civakê beşdarbûyî de, endama Rêkxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê (RJAK) Zeynep Germîyanî têkildarî salvegera komkujiyê axivî. Di axaftina xwe de balkêşand ser dîroka tekoşîna gelê Kurd û astên kû gelê Kurd gihiştiyê.

SILÊMANİ/DIYANA