Li Qeladizê û dewrûberê wê dûh bi pêşengiya Tevgera Hemwelatiyen Azad û Yeksan kampanyaya berhevkirina îmzayan ya jibo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hate destpêkirin. Di vê çarçoveyê de li bajaroka Hîro jî îmze hatin berhevkirin. Gelê bajarokê xebatkarên kampanyayê bi keyfxweşî pêşwazî kirin. Gel, daxwaz û bang kir ku hemû partiyên siyasî û rêkxistinên civakî yên Başûrê Kurdistanê jibo azadiya Ocalan piştgirî bidin vê kampanyayê û bihêz bikin. Her wiha endamên kampanyayê diyar kirin ku ji derveyî Qeladizê kampanya komkirina îmzayan li deverên wek Jarawe, Sengeser, Meredo, Binarî Qendîl, Çoman û Diyana jî hatiye destpêkirin.
Encûmena Hemwelatiyên Azad bi vê minasebetê bang li hemû Kurdên welatparêz kir ku piştgiriyê bidin vê kampanyayê û erke xwe yê welatparêziyê bicih bîni.
DÎHA/QELADIZÊ