Ciwanê Kanadayî ku navê Cûdî Serhildan li xwe kiriye, bi armanca alîkariyê hatiye Rojava û niha li Til Temir di nava xebatên meclîsa tenduristiyê de cih digire.Ciwanê Kanadayî Cûdî Serhildan dema êrîşên li ser Kobanê dijwar bûn, ji welatên xwe hat Kobanê û di xebatên tenduristiyê de cihê xwe girt. Cûdî Serhildan 20 roj beriya niha jî hat herêma Cizîrê û niha di Meclîsa Tenduristiyê ya Til Temir de xebat dimeşîne.

Cûdî Serhildan ku niha alîkariya bijîjkan dike, sedema hatina xew ya Rojava û xebatên xwe ji ANHA’yê re vegotin.


Di şerê dijwar de hat Kobanê

Cûdî Serhildan diyar kir ku wî Rojava gelekî meraq kiriye, lewre xwestiye nas û alîkariyê bike û wiha dom kir: “Li Rojava ji bo min, derbarê jiyana welatiyan  û jiyana bi hev re ya gelek pêkhateyan de tiştên veşartî hebûn. Min dixwest vana fêm bikim, lewre hatina Rojava ji bo min xewn bû.”

Serhildan destnîşan kir ku piştî li herêma Kobanê şer dijwar bû wî jî biryara hatina Rojava daye û wiha pê de çû: “Min nikarîbû bêdeng bimînim. Ji ber wê min berê xwe da Kobanê da ku ez karibim alîkarîkê bidim gelê Rojava. Ji Kanadayê ez çûm Stenbolê û nêzî mehekê ez li wir mam. Piştre ez çûm Pirsûsî û derbasî Kobanê bûm.Cûdî Serhildan li Kobanê jî li ser daxwaza xwe tevlî xebatên tenduristiyê bû. Serhildan 20 roj berê jî derbasî Til Temir bû û niha aîkariya dixtoran dike.


‘Sîstemekî bêhempa ye’

Serhildan da zanîn ku ew bi bîr û baweriya xwe hatiye Rojava, bi vî rengî dixwaze di şoreşê de cih bigire û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heger di sîstema xweseriyê de alîkariya min hindik jî çêbibe, ezê wisa hesibînim ku ez beşek pir piçûkim ji vê şoreşê me. Li vê derê çanda pêkhatiyan tê parastin, nirx û baweriyên gel tên parastin.”

Serhildan got ku li vir sîstemek rast tê meşandin û ev tişt anîn ziman: “Piştî ku ez hatim Rojava, li gelek herêman geriyam û bi pêkateyên cuda re gotubêj kirin. Bi rastî jî ez li hemberî vê sîstema tê avakirin ecêp mam. Min dît ku sîstemek wekî ya li vir li cîhanê tune ye.


’YPG û YPJ hêzên pîroz in’

Yek ji tiştên ku bala Serhildan kişandiye û di bin bandorê de maye jî şervanên YPG û YPJ’ê ne. Serhildan nêrînên xwe yên di vê mijarê de wiha anîn ziman: “Tiştê xweşik û balkêş ew e dema ku mirov tê Rojava rastî şervanên YPG’ê  tê. Parastina vê xakê bi xwînê dikin. Bi rastî jî her kes dixwaza li kêleka wan şerê dijminên mirovahiyê bike. ev nav li herderê belav bûye, bi taybet piştî Şengal û Kobanê, Cîhan jê nas dike. Ji ber ku ew li dijî dijminên cîhanê disekinin. Lewre YPG û YPJ hêzên pîroz in.”

Cûdî Serhildan got ku berxwedana hêzên hevbeş a li dijî DAIŞ’ê hiştiye ku ew bê Til Temir û wiha axivî: “Min dît ku çeta bi hemû hêza xwe êrîşî Til Temir dikin û li hemberî wan gelek pêkhateyê herêmê li ber xwe didin. Ji ber vê yekê ez hatim Til Temir. Min li vir berxwedan, jiyana hevbeş û rastiya jiyanê xweş nas kir.”

Cûdî Serhildan di dawiya axaftina xwede banga ciwanên Rojava kir ku vegerin welatê xwe û got: “Gelek tiştên balkêş û xweş li vî welatî hene ku wê ji ji welatên din cûda dike. Lê tişta ku min aciz dike ew e ku ciwanên wê penaber dibin.Ji vir banga min ji ciwana re ew e ku veger û parastina vê xakê bikin.”


DÎCLE YÛSIF/TIL TEMIR