Kurd nabin alîgirê xirakirinê
Di encamnayeyê de tê gotin ku pêvajoya ku Ocalan ji nû ve hatiye destpêkirin hedef ew e ku gelê Kurd û Tirk bikarin bihevre jiyan bikin. Ji ber wê jî divê ku hemû hesasiyeta pêvajoyê li berçav bê girtin û herdu gel ji bi awayekî wekhev nêzî hev bibin û ev hat gotin: “Gelê Kurd wê nebe alîgirê ne vê pêvajoyê xirabike ne jî pêvajoyê bêxe zoriyê.”
Di encamnameya KCD’ê de wiha hat gotin: “Gelê Kurd yê ku baweriya wê ya têkoşîna aştî û demokrasiyê nayê hejandin dê di vê pêvajoyê de ne wê nebe alîgirê xirakirina pêvajoyê ne jî alîgirê pêvajo xistina zoriyê. Em weke Meclisa Daîmî ya KCD’ê bang li hikumeta AKP’ê dikin ku ji bo pêvajoya çareseriya pêngavên şênber biavêje. Di vê ku hemû partiyên ku di TBMM’ê de cih digirin divê ku xwe ji polîtîkayên ku zirerê bide demokrasiya welat xwe jê dûr bixin. Her wiha îradeya jinan ya ku di 8’ê Adarê ku diyarî sê jinên şoreşger yên li Parîsê hatibûn qetilkirin kiribûn de derket holê ku dê jin jî bi ruhekî xurt beşdarî pêvajoyê bibin. Li hemberî vê îradeya jinê li Stenbolê di çalakiyê 8’ê Adarê de faşîstan êrîşî jinan kir nayê qebûlkirin. Divê ku hikumet berpirsên vê êrîşê derbêxe holê û ceza bike.”
Di encamnameya civînê de ji bo rojava yê Kurdistanê jî ev hat gotin: “Ji ber şoreşa ku ‘ Li rojavayê Kurdistanê’ pêk tê bandoriyek erênî li ser hemû gelê Kurd kiriye û li hemberî vê yekê gelê Kurd hem di aliyê siyasî û maddî de mecbure ku xwedî li Rojavayê Kurdistanê derbike. Ji ber vê yekê hat tespîtkirin ku xwedîderketina li Rojavayê Kurdistanê kêmahiye. Gihiştin encamê ku divî alîde xebat bên meşandin.”
KCD’ê diyar kir ku ewê Newroza 2013’an ‘Di potensiyela manîfestoyê’ deye û herî dawî ev hat gotin: “ Em bang li hemû gelê xwe dikin ku divê pêvajoyê hesas de têkoşînê bilind bikin.”
ANF/AMED