Yek ji biryarên ku di lijneya giştî de hatibû girtin konferansa netewî ya demeke dirêj e di rojevê de ye. KCD ku armanc dike hemû partiyên Kurdan, tevger, sazî û dezgehan bi riya konferansa netewî bîne ba hev, ji bo konferansê komîteya amadekar saz kir û ji bo dîroka konferansa netewî diyar bike ket nava tevgerê. Tê payîn ku KCD ji bo konferansa netewî li Tirkiyê, Herêma Federal a Kurdistanê û Ewropayê hevdîtinan pêk bîne.
Çalakiyên hevbeş
Yek jî biryarên herî girîng jî xebatên li ser makezagonê û helwesta Kurdan bû. Piştî ku partiyên Kurdan, tevger, sazî û dezgeh li ser makezagonê metna hevbeş weşandin, di rojên pêşiya me de ji bo daxwazên hevbeş di makezagona nû de cih bigirin dê rêzeçalakî bên lidar xistin. Di vê çarçoveyê de ew ê mitîng, civîn û daliqandina bîlboardan ew ê pêk bê.
Ji bo komkujî ronî bibe çalakî
Tê payîn ku ji bo komkujiya Roboskiyê bê ronîkirin çalakiyên demdirêj bên lidar xistin. Piştî ku BDP'ê li seranserî Tirkiyê ji bo kesên di komkujiyê de jiyana xwe jidest dane mewlîd dan, niha jî di bin pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk de hemû partî, tevger, sazî û dezgehên Kurdan di 24'ê Sibatê de dê mewlîdê lidar bixin. Tevî vê yekê di 28'ê Sibatê de ji bo komkujî neyê jibîr kirin, bûyer bê ronîkirin û berpirsyar bên darizandin di 28'ê Sibatê de çalakiya vemirandina lambeyan dê bê lidar xistin.
Li Helepçê bîranîna netewî
Hat hînbûn ku ji bo di 16'ê Adarê salvegera komkujiya Helepçêyê li navçeya Helepçê bîranînek bê lidar xistin biryara xebatan hatiye girtin.
Biryarên ku ji aliyê meclîsa daîmî ve jî hatin erêkirin di rojên pêşiya me de ew ê di koordînasyona KCD'ê de dîsa werin nirxandin û ji bo pratîze bibin dê pîlansazî pêş bikeve.
Li dijî tecrîdê çalakî
Kongreya Civaka Demokratîk ku beriya niha jî destnîşan kiribû ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd problema mûxatabiyê nîn e, ji bo şertên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên tenduristî, ewlehî û azadiyê bên sererastkirin dê hevdîtinên dîplomatîk bike û dewletên derve ji bo demokrasiyê hişyar bike dê bikeve nava tevgerê. Hat hînbûn ku Kongreya Civaka Demokratîk dê piştgirî bide kampanyaya Tevgera Jinên Azad û Demokratîk a bi şîara; "Ji bo Ocalan Azadî, Ji Qirkirina Siyasî re Na"
SERTAÇ KAYAR-DÎHA/AMED