Konseya Rêveber a KNK´ê, li ser hovîtiya dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û banga berxwedaneke xurt kir. Konseya Rêveber diyar kir, ku dewleta Tirk êrîşkariya xwe ya li dijî gelê Kurd bi hovîtî û xwînxwarî roj bi roj zêdetir dike û got, "Li hin bajar û herêmên ku berê jiyan lê qedexe kiribû, careke din lê vedigere; mînaka Nisêbîn, Sûr û hwd. li ber çavan e. Polîs û MÎT ne bes bû, êdî hêzên leşkerî jî dixin nava bajaran û bi wan jî êrîşî ser gelê me dike. Niha Kerboranê jî lê zêde kiriye. Li Başûr jî, Herêmên Parastinê yên Medyayê ne bes bû, êrîşkariya xwe dirêjî Başika Mûsilê jî kiriye."

KNK'ê diyar kir ku bi vê yekê re tê xwestin vîna gel were şikandin û wiha dewam kir: "Lewma banga me li her Kurdî û li Kurdistaniyan ev e: Divê em li dijî vê siyaseta qirêj a AKP'ê rabin ser piyan. Ji bo parastin û firehkirina destketiyên gelê me, ji bo îradeya xweseriya demokratîk em mezintir û xurtir bikin çi lazim be divê em bikin!

Bi taybetii jî Hukûmeta Federe ya Başûr, divê qet nebe bi qasî li dijî Bexdayê, li dijî AKP'ê jî helwêsta xwe nîşan bide.

Her wiha li derveyî welat jî, ji bo ku rûreşiya dewleta AKP'ê ji raya giştî cîhanê re raxin ber çavan û piştgriya wan wergire, divê em dîplomasî û lobiyeke bihêztir bidin meşandin. Ev banga me, bi giştî ji bo mirovatiya cîhanê ye!" 


'Em her cihî veguherînin meydana çalakiyan'

KCD-E daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li gelê Kurd ê li derveyî welat kir destekê bide berxwedana li bakurê Kurdistanê. Di daxuyaniyê de hat gotin,  "Xwerêveberiyên li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Gever, Dêrik, Farqîn û navçeyên din ên Kurdistanê hatine ragihandin, mafê demokratîk û rewa yê gelê Kurd e. Xwerêveberî nîşaneya vîna rêvebirina xwe bi xwe ya gelê me ye. Gelê Kurd li dijî mêhtingeriya T.C, jiyana demokratîk bi xwerêveberiyan re ava dike. Gelê me zext û siyaseta înkar û tinekirinê ya dewleta T.C a dagirker nas nake, li dijî qirkirina çandî û fîzîkî li ber xwe dide, li hemberî mêtîngeriyê vîna xwerêveberiya demokratî derdixîne holê. Wezîfeya însanî ye ku her kes di vê têkoşîna azadiyê de li cem gelê Kurd cih bigire û destekê bide."

Di daxuyaniyê de bang li gelê Kurd ê welatparêz ê li derveyî welat hat kirin, ku bi ruhê  berxwedanê yê Apoyî bikeve nava tevgerê, çalakiyan li dar bixe û hat gotin, "Ji îro û pê ve em bang dikin ku bi lezgînî li dijî hikûmeta AKP'ê ya mêhtinger, her şêwe çalakiyên demokratîk ên rewa bên lidarxistin, her kes rabe ser piyan, bi şev û roj têkoşin. Li Elmanya, Fransa, Swîsre, Awûstûrya, Brîtanya, Hollanda, Belçîka, Îtalya, Skandînavya, ji Japonya heta Balkanan, ji Awûstralyayê heta Kanadayê em bang li tevahiya gelê xwe yê li dîasporayê dikin ku her cihê lê, veguherînin meydana çalakiyê û ji bo berxwedana xwerêveberiyê cîhanê bixin nava tevgerê."

KCD-E herî dawî bang li tevahiya Tevgerên Elewî yên demokratîk, civaka Êzîdî, Misilmanên rasteqîn, jin, ciwan, mirovên pêşverû, demokrat û alîgirê nirxên însanî kir da ku destekê bidin têkoşîna demokratîk û rewa ya gelê Kurd, tevlî berxwedana xwerêveberiyê bibin, bikevin nava çalakiyan û têkoşîna azadiyê xurt bikin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN