
Meclîsa Daîmî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), civîna xwe ya mehane pêk anî. KCD'ê di civînê de diyar kir ku bihêzkirina yekîtiya neteweya Kurd erk û peyvira wan a sereke ye. KCD, destnîşan kir ku dê ji bo yekîtiya neteweyî xebatên xwe berdewam bikin. KCD, da zanîn ku pêkanînên li Girtîgeha Pozantiyê ya li dijî zarokên Kurd, li dijî rûmet û nasnameya gelê Kurd pêk hatiye û qebûl nakin û xwestin Wezîrê Dadê îstîfa bike. KCD, bibîrxist ku ew dê di meha nîsan û gulanê de xebatên "Komcivîna Windayan û Kuştiyên faîl nediyar", "Komcivîna Xweseriya Demokratîk û "Konferansa Perwerdehiya Zimanê Zikmakî" pêk bînin.
Meclîsa Daîmî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), civîna xwe ya mehane di 11'ê Adarê de pêk anî. KCD'ê der barê niqaşên civîna 7'emîn a Meclîsa Daîmî de daxuyaniyek nivîskî da. KCD'ê di daxuyaniyêde diyar kir ku wan li ser geşedanên siyasî, yekîtiya neteweyî, xebatên makeqanûnê û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan niqaş meşandine. KCD, da zanîn ku niha di serema buhara gelan a ku rêveberiya demokratîk, wekhev, azad û bi edalet de dijîn û êdî rêveberya kevneperest, tekane, otorîter, navendî nayê qebûl kirin. KCD, bilêv kir ku di vê serdema dibe buhara gelan de êdî bi lezgîn pêdivî bi yekîtiya neteweya gelê Kurd heye. KCD, da zanîn ku dîroka gelê Kurd vegeriya ye dîroka êş û janan û êdî naxwazin ev dîrok dubare bibe û wiha got: "Yekîtiya neteweya Kurd di heman demê de yekîtiya welatên rojhilata navîn e.
'Bihêzkirina netreweya Kurd erka me ya sereke ye'
KCD'ê, daxuyand ku ew nasnameyên cuda, zimanên cuda, baweriyên cuda û çandên cuda bi reng û xweseriya wan diparêzin û hemû kesî dixwin bin baneyê xwe û wiha got: "Êm wekî KCD'ê Yekîtiya Neteweya Kurd girîng dibînin. Bi hêzkirina wê wekî erk û peyvirekê dibînin. Bihêzkirina yekitiya netewiya Kurd dê peyvra me ya sereke be. Konferansa me ya ziman encama vê yekê ye. Em dê di demên pêyş de li ser Statejiya yekîtiya Kurd xebatê bimeşînin. Dîsa pirsgirêkaKurd bi tecrîd û operasyonan çareser nabe. Ji ber vê yekê divê pêkanînên li ser Brêz Ocalan ên antîdemokratîk dijhiqûwî bi dawî bibin. Divê dawî li tecrîdê bê û li şûna wê muzakere û diyalog bên destpêkirin."
'Êrîş li dij rûmeta gelê Kurd e'
KCD, bilêv kir ku politîkayên mîlîtarîst êdî pirsgirêkan çareser nakin û dadgehên li şûna DGM'ê hatine avakirin bi cezayên dijmirovahî welatiyan ceza dikin. KCD'ê bal kişand ser pêkanînên posantiyê û wiha dirêjî da daxuyaniyê: "Pêkanînên li dijî mirovahiyê ku li girtîgehan pêk tên ji serdema darbeya 12'ê Îlonê ne cudatir e. Pêkanînên li Girtîgeha Pozantiyê ya Zarokan ku li dijî zarokên Kurd ên mexdûrên TMK'ê pêk hatin li dijî rûmet û nasnameya gelê Kurd pêk hatiye. Ev pêkanîn bi tu awayî nayên qebûl kirin. Ev raste rast li dijî nasname û rûmeta gelê Kurd pêk hatiye. Divê wezîrê dadê bi lezgîn îstîfa bike. Divê pêkanînên li Îmralî û hemû girtîgehên din bi dawî bibin. divê operasyonên siyasî û leşkerî bi dawî bibin. Divê beriya ku çalakiya gireva birçîbûnê ya parlementerên BDP'ê û girtiyên siyasî dest pê kirine bi encakem neyînî bi dawî bibe daxwazên wan bi lezgîn bêqebûl kirin."
'Kurd ji dozê venagerin'
KCD'ê di berdewama daxuyaniyê de anî ziman ku her tim demsala buharê ji bo Kurdan bûye demsala komkujî û raperînê û wiha lê zêde kir: "Di 12'ê Adara 1995'an de li Gaziyê, di 12'ê Adara 2004'an de li Qamişlo, di 16'ê Adara 1988'an de li Halepçeyê komkuji pêk hatin. Em hemû komkujiyan şermezar dikin û kesên di komkujiyê de jiyana xwe jie dest dane bibîr tînin. Tu hêz nikare gelê Kurd ji doza wan a azadî, aştî û demokrasiyê dûr bixe.
Newroz, roja nêzîkirina çareseriya demokratîk e'
KCD'ê bal kişand ser pîrozbahiyên Newrozê û wiha pêde çû: "Newroz sempola azadî û raperînê ye. Daxwazên gelê Kurd di Newrozêde derdikevin asta herî jor. Em ji niha de Newroza gelê xwe pîroz dike."
KCD'ê derbirî ku ew bawer dikin ku makeqanûnek demokratîk û sivîl ji bo wan girîng e û wiha berdewam kir: "Ji bo statuya gelê Kurd bê qebûl kirin, nasname, ziman û çanda gelê Kurd bênasîn û hemû astenî rabin girînge em girîngiyê didin makeqanûnê.
Bernameya KCD'ê
KCD'ê bernameya mehê pêş jî aşkere kir û wiha got:
7 Nîsan: "Komcivîna Windayan û Kuştiyên faîl nediyar"
28-29 Nîsan: "Komcivîna Xweseriya Demokratîk"
5-6 Gulan: "Sempozyuma Xweseriya Demokratîk û aboriyê"
15-20 Gulan: "Konferansa Perwerdehiya Zimanê Zikmakî" pêk bînin.
DÎHA/AMED
Doz hate taloqkirin
Rûniştina doza ji bo girtina Şaxa KURDÎ-DER'a Îzmîrê hatibû vekirin hat taloqkirin.
Piştî, li hemberî serdegirtina Şaxa KURDÎ-DER'a Îzmîrê bi hinceta ku komele derveyî armanca xwe tê xebitandin der heqê komeleyê de doza girtinê hatibû vekirin. 2'yemîn rûniştina doza KURDÎ-DER'ê li 7'emîn Dadgeha Hiqûqê ya Asliyê hat dîtin. Parêzer Canan Uçar tevlî rûniştinê bû û got; "Di 6'ê Nîsana 2011'an de kesên nasnameya wan nediyar deriyê KURDÎ-DER'ê şkênandin û piştre jî deriyê komeleyê vekirî hiştine. Li ser vê yekê kesên nasnemaya wan nediyar ketine komeleyê. Uçar belgenameya ku di vê çarçoveyê de amade kir jî pêşkêşî serokê dadgehê kir. Dadgehê jî ji bo kêmasiyên di dosyayê de bê temamkirin rûniştin taloqî 17'yê Gulanê kir.
Paşeroja dozê
Di 6'ê Nîsana 2011'an de kesên nasnameya wan nediyar ketibûn komeleya KURDÎ-DER'a li semta Agora Îzmîrê li vê derê ereq vexwaribûn piştî kelûmelên avahiyê tarûmar kiribûn hatibû îdîakirin ku van kesan li avahiyê molotofkokteyl amade kirine. Tiştên ku li komeleyê pêk hatine ji aliyê polîsan ve kêlî bi kêlî hatiye tomarkirin. Rêveberên komeleyê jî ev yek wekî komploya polîsan binav kiribûn. Di encama lêpirsîna der heqê komeleyê de midûriyeta komeleyan a walîtiya Îzmîrê jî der heqê KURDÎ-DER'ê de gilî kir. Lê piştî ku lêpirsîn nehat qebûlkirin der heqê komeleyê de bi hinceta ku komele derveyî armanca xwe hatiye bikar anîn doza girtinê hat vekirin.
ÎZMÎR