Bikaranîna çekên kimyevî...
Di daxuyaniyê de hate gotin ku di 9 salan de AKP’ê pirsgirêkên civakê aniye rojevê, di nava bendewariyeke de hiştiye, çareser nekiriye û taluq kiriye. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd e û di vê mijarê de jî bûye xwedî heman polîtîkayê, di polîtîkayên ku hatine ceribandin lê encam negirtine bi kar aniye û operasyonên siyasî û leşkerî bi dawî nebûye û êşên me zêde bûne. Herî dawî li navçeya Çelê ya Colemêrgê di operasyona leşkerî de li geliyê Tiyarê 36 gerîlayên HPG’ê jiyana xwe hatine qetilkirin. Cenaze şewitîne û ji aliyê malbatan ve nahetine naskirin, ev yek jî nîşan dide ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Bikaranîna çekên kîmyewî yên ku derveyî peymanên navneteweyî, mafên mirovan û nirxên exlaqî û hiqûqî ye tu caran nayê qebûlkirin. Divê hemû kesên ku ji xwe re dibêjin ez mirov im jî vê yekê qebûl neke. Ji bo ku ev tiştên ku diqewimin bi her awayî bên ronîkirin saziyên mafên mirovan divê bikevin dewreyê berpirsyariyên xwe bi cih bînin.”
‘Dê xwedîlêderketina cenazeyan bidome’
Di daxuyaniyê de hate gotin ku sekinandina cenazeyan li morga Meletiyê û nedayina malbatan pêkanîneke antî-demokratîk û derveyî hiqûqê ye û wiha hate berdewamkirin: “Li gel hemû pêkutî û astengiyan gelê Kurd xwedî li cenazeyên zarokên xwe derketine û dê îro şunde jî xwedî derkeve.”
‘Tecrîd pevçûnan kur dike’ Di daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser astengkirina hevdîtinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî wiha hate gotin: “Yek ji cihên ku pêkanînên antîdemokratîk tên jiyîn jî Girtîgeha Îmraliyê ye. Tecrîda li ser Birêz Ocalan a ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de aktoreke girîng e bi mehan e didome pevçûn û neçareseriyê kur dike. Divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin û pêvajoya muzakereyê jinûve bê destpêkirin.”
Di daxuyaniyê de der barê xebatên makeqanûna nû de jî wiha hate gotin: “Di çareseriya pirsgirêka Kurd de riyek jî makeqanûneke demoratîk, azadîxwaz û beşdar e. Makeqanûna heyî ya ku encama 12’ê Îlonê ye pêdiviyên civakî bi cih nayne û ev yek ji aliyê hemû kesan vê tê ser ziman û tê qebûlkirin. Ji bo ku civak ji vê makeqanûnê bê xilaskirin û makeqanûneke hemdem bê amadekerin de jî AKP baweriyê nade. Ji bo ku bawerî bi AKP’ê bê ev makeqanûn bê rakirin û ji bo ku makeqanûneke nû çi pêwîst be bê kirin. Meclîsa me ya Domdar ji bo ku bi aweyeke xurt beşdarî pêvajoyya makeqanûnî, siyasî, civakî û demokratik bibe di nava xwe de nîşa kiriye û ji bo ku kêmasî ji holê bê rakirin biryara xebat û hewldana hevpar daye.”
DÎHA/AMED