KCD’ê bi boneya 15’ê Gulanê Roja Cejna Ziman daxuyanî da. Endamê Komîsyona Ziman û Perwerdehiya KCD’ê Osman Ozçelîk bang li sazî û rêxistinên Kurdan kir ku bi coşeke mezin hêzê bidin çalakiyên Roja Cejna Zimanê Kurdî.

 Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi boneya 15’ê Gulanê Roja Cejna Ziman li avahiya xwe civîna çapemenyê pêk anî. Li ser navê Komîsyona Ziman û Perwerdehiyê ya KCD’ê Osman Ozçelîk daxuyanî xwend. Ozçelîk, diyar kir ku ziman nîşaneya herî girîng a neteweyekî û perçeyek xwebûna mirovan e. Ozçelîk, destnîşan kir ku Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî di 15 Gulana 1932’an de hejmare yekemîn a Kovara Hawarê derxistiye û ji ber wê jî ew vê rojê wek Roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin. Ozçelîk, da zanîn ku li cihanê pirzimanî weke dewlemendiyek tê qebûlkirin û li gelek dewletên mîna Çin, Hindistan, Rûsya, Îtalyayê perwerdehiya pirzimanî heye û ji ber vê jî tu welat perçe nabe û wiha axivî: “Zimanê me, teva ku bi salan e hatiye qedexekirin û hatiya pişavtin. Her wiha ligel vê jî ku zimanê me nebûye zimanê dewleteke serbixwe jî îro di nava zimanên dinyayê de bi hêza xwe di asteke herî bilind de ye.”

‘Bi rengê xwe cejnê bixemilînin

 Ozçelîk, bang li hemû kes, sazî û rêxistinên Kurd jî kir ku li zimanê xwe xwedî derkevin û wiha got: “Hemû Kurd divê çalakiyên daxwaza perwerdehiya bi zimanê xwe bikin û di vê hefteyê de her saziyên Kurd saziyên xwe bi rengê cejnê bixemilînin. Di 15’ gulanê dê meş û şahiyên cejnê bên lidarxistin. Her kes, sazî û rêxistinên Kurd bi coşeke mezin tevlî van çalakiyan bibin.” Ozçelîk, anî ziman ku çalakî hefteyek bidomîn û çalakiyên cur bi cur wekî şahî, konser, meş bên lidarxistin. 

AMED




Gever ji konferansa ziman re amadeye

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê konferansa “Sêkuçkên Zagrosan: Di sê kuçên birîndar de yekitiya neteweyî`` amadekarî hatin asta dawî.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ku dê di 10-11 Gulanê de (îro û sibe) ji hêla TZP-Kurdî ya Geverê ve konferansa “Sêkuçkên Zagrosan: Di sê kuça birîndar de yekitiya neteweyî`` bê li darxistin amadekarî hatin asta dawî. Konferansa ku dê li Salona Konferans û Dawet a Ronayê bê li darxistin, amadekariyên dawî hatin kirin.
Konferansa ku dê ji Ewropa, Kurdên Rojhilat, Rojava, Başûr û Bakûr, nivîskar, rewşenbîr, dîroknas û hunermend beşdar bibin, du roj li ser pirsgirêk, pêşketin, têkiliyên mirov, xweza, huner, dîrok a bi zimanê re nîqaş bên kirin.
Mêvanên ku dê di konferansê de cih bigirin hêdî hêdî têne Geverê. Berpirsiyarê TZP-KURDÎ ya Geverê Arîfe Kutlar, derbarê amadekariyan de agahî da û diyar kir ku ji duh ve mêvanên konferansê hatine Geverê û hatine bi cih kirin. Kutlar, da zanîn ku di hêla bangewaziyê de xebatên wan berdewam dikin û amadekariyên cih û organîzeyê de jî hatiye asta dawî. 

COLEMÊRG