KCDK-E bibîr xist, ku di vê komkujiyê de 20 sivîl hatine qetilkriin, 50 sivîl birîndar bûne û bang li hemû Kurdên li Ewropayê dijîn kir, ku ji niha ve biherikin Navendên Civaka Demokratîk.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, dewleta Tirk a ket nava Cerablûsê, hewl dide tevahiya Rojavayê Kurdistanê dagir bike û hat gotin, “Vê yekê jî li pêş çavên raya giştî ya cîhanê dike.”
KCDK-E destnîşan kir, ku ev yek şerekî topyekûn e li dijî gelê Kurd got; “Em bang li tevahiya gelê xwe, şoreşgeran, demokrat û her kesên alîgirê mirovahiyê dikin ku li dijî vê dagirkeriya faşîst, piştgiriyê bidin gelê Rojava. Destketiyên gelê me yê Rojava destketiyên hemû gel û bindestên cîhanê ye. Xwedî li destketiyên xwe derkevin. Em hewesên artêşa Tirk a faşîst a Cerablûs dagir kiriye, di ber de bihêlin. Em li her devera Ewropayê dewleta Tirk a faşîst û polîtîkayên du rû yên Ewropa û hêzên navneteweyî teşhîr bikin.”
KOLN